Sê projeyên nû ku di çarçoveya sepana “Budçeya Beşdar” de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi hevkariya Konseya Bajêr hate meşandin, bi dengên welatiyan hatin hilbijartin, hatin aşkerekirin. Projeyên li ser bingeha hevgirtin, nûjen û parastina hawîrdorê, wê bi hişê hevbeş rê li pêşeroja bajêr vekin.
Encamên sepana “Budçeya Beşdar” ku bi dirûşma “Ji bo Bajarê Xwe Deng Bide, Biryarê Tu Bide!” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Konseya Bajêr a Amedê ve hate meşandin û tê de welatiyan proje ji bo pêwîstiyên sereke yên bajêr amade kirin, hatin aşkerekirin.
Projeyên nû yên ku armanc dikin kalîteya jiyanê li bajêr bilind bikin, sepanên bajarvaniyê yên hawîrdorparêz berbelav bikin û hevgirtina civakî xurt bikin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê di civînekê de hatin nasandin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkên Meclisa Şaredariyê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Endamên Meclisê Canan Efe Şahîn û Mahmut Yokuş, Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvî Tûnç, welatiyên ku ji bo sepana budçeyê deng dan û projeyên xwe pêşkêş kirin, tevlî civînê bûn.
‘Ne pêşbazî, ezmûnek hevpar a li ser bajêr e’
Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvi Tûnç, di axaftina vekirinê ya civînê de destnîşan kir ku ev ne pêşbaziyek e, lê belê ezmûnek e ku li ser bajêr gotinê çêdike û tê de hişê hevbeş derdikeve pêş. Tûnç her wiha anî ziman ku sepana gotinê deriyên Diyarbekireke dadperwertir û jiyîntir vedike.
Hevşaredar Bucak: Hin proje di plana me ya stratejîk de ne
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî anî ziman ku ezmûneke wan a têgihiştina demokratîk a beşdar heye, lê cûrbecûrkirina vê rêwîtiyek bêdawî ye. Bucak got: “Armanca me ya dawî jî ew e ku em li hember qedexeyan pêşve biçin û pêş bixin. Îsal ezmûneke me çêbû, lê xwedî gayeyekê ne ku em salên pêş de awayên wê yên cuda derxin holê û tevlîbûnê di qadên cuda de pêş bixin. Ez gelekî spasiya hemû hevalên tevlîbûyî yên ku serlêdan kirin, dikim, hemû projeyên gelekî hêja ne. Hin proje berê di plana me ya stratejîk de cih digirin, ev tê wê maneyê ku di rojeva bajêr de ne û em ê xebateke hê baştir bixin meriyetê. Ji bilî sê projeyên ku herî zêde deng girtine, em ê di xebatên ku em bi hişê hevbeş dimeşînin, ji bo pêşxistina bi welatiyan re xebateke domdar bikin.”
Hevşaredar Hatun: Biryara gel esas e
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî destnîşan kir ku proje ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û got: “Ji bo me gel bingehîn e, biryara gel bingehîn e. Projeyeke din a ku me dest pê kiriye, di plana me ya stratejîk de cih digire. Di paşerojê de, em dikarin li gorî serlêdanan ji nû ve binirxînin û em ê projeyên xwe bi hilbijartina gel pêş bixin. Armanca projeyan ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr projeyên hê xurtir çêbibin.”
3 projeyên ku gel hilbijartin
Ji bo sepana budçeya beşdar ku 234 serlêdan hatin kirin, 21 proje ji bo dengdanê hatin pêşkêşkirin û 4 hezar û 165 deng hatin bikaranîn. Di encama hilbijartina welatiyan de sê projeyên nûjen derketin pêş: “Rêya Pezarê ya Zîrek, Projeya Pîlot a Parka Enerjiya Kînetîk”, “Şitla Min a Ku Bi Min re Mezin Dibe” û “Projeya Başkirina Xanî”.
Rêya pezarê ya zîrek, projeya pîlot a Parka Enerjiya Kînetîk
Di çarçoveya projeyê de li parkeke ku li navenda bajêr bi awayekî zêde tê bikaranîn, rêyên meşê, deriyên qada lîstikê û cihên rûniştinê wê veguherin binesaziyeke zîrek ku ji gavan enerjiyê çêdike.
Bi panelên pîezoelektrîk ên ku wê li parkê werin bikaranîn, ronahîkirin, stasyonên şarjê û bankên zîrek wê bi enerjiya kînetîk a ku ji gavên welatiyan tê bidestxistin, werin piştgirîkirin. Her wiha bi riya panoyên dîjîtal rêjeya enerjiya ku tê çêkirin wê bê nîşandan û ji bo zarok û ciwanan jî wê hişmendiya enerjiya nûjenkirî were çêkirin.
Dema proje bi serkeftî biqede, wê li parkên Amedê yekemîn rêya meşê ya ku enerjiya kesk çêdike were avakirin.
Şitla min a ku bi min re mezin dibe
Bi vê projeyê, wê her pitikek ku li Amedê tê dinê û welatiyên ku dixwazin rojên xwe yên taybet bi wate pîroz bikin, ji bo xwe şitlekî biçînin, bên teşwîqkirin.
Wê ji her daran re nav û kûnye were dayîn û têkiliya xwedîtî ya kesan a bi xweza re were xurtkirin. Her wiha piştgiriya alav û agahiyan der barê rêbazên çandina rast de wê ji tevlîbûyiyan re were peyda kirin.
Projeyê hem hişmendiya avhewayê hem jî zêdekirina qadên kesk dike armanc. Bi vî awayî wê her zayînek nû yan jî rojek taybet wekî dareke mezin li pêşeroja bajêr bibe beşdarî.
Projeya başkirina xanî
Projeya ku armanc dike şert û mercên jiyanê yên malbatên kêmderamet baştir bike, xaniyên wan ji aliyê estetîk, hîjyenîk û modern ve baştir bike.
Şaredarî wê di xebatên nûkirinê yên wekî boyax, kaxizê dîwaran, parke de, piştgiriyê bide alav û kedê. Pêşî wê ji malbatên astengdar, kal, zarokzêde û feqîr re bê dayîn.
Di çarçoveya projeyê de wê xaniyên herî kêm 500 malbatan werin nûkirin û bi vî awayî hem kalîteya jiyanê bilind bibe hem jî ji esnaf û hosteyên herêmî re derfeta kar were peyda kirin.
Di dawiya danasînê de ji bo welatiyên ku projeyên wan ketin sêyên pêşîn, belgeya spasî hat dayîn û diyarî hatin belavkirin. Welatiyên ku tevlî civînê bûn jî proje û ramanên xwe pêşkêş kirin.
