Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî çalakiya malbatên windayan bûn ku her hefte tê lidarxistin.
Hevşaredarên DBB'ê Serra Bucak û Dogan Hatun û endamên Meclîsa DBB'ê, beşdarî çalakiya hefteya 872’yemîn bûn ku li pêş Sîwana Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezan a Amedê, ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û malbatên windayan ve hat lidarxistin. Di bernameya ku wêneyên windayan hatin hildan de Hevşaredar Serra Bucak axivî.
Hevşaredar Bucak: Hesreta malbatan bi dawî nebûye
Hevşaredar Bucak anî ziman ku malbatên windayan 30 sal in bêwestan vê têkoşînê didomînin û got, “Dil dixwest ku 30 salan dom neke. Dil dixwest ku çarenûsa yên di binçavan de hatin windakirin û yên faîlên wan ne diyar in, di çarçoveya dewleteke hiqûqî de bihata lêkolînkirin, faîl bihata darizandin û cezayên xwe bigirtana. Lê mixabin ev ne pêk hat. Mixabin hesreta malbatan û zarokan bi dawî nebû. Bêguman ev birîneke mezin a wijdanî vedike û mixabin ji nifş bo nifşê tê veguhastin.”
'Me xwest balê bikişînin ser rastiyê'
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ew çarenûsa windayan dipirsin û wiha got: “Em ji bo şert û mercên ku welatê me di sala dawî de tê de ye, rêya demokratîkbûn û aştiyê dibêjin. Dema em vê dibêjin, em ji ber civata me, dayikên me yên ku salên 90’î dîtin, bi fikar in û pirsên me hene ku wê pêvajo ber bi ku ve biçe. Lewra dema em dibêjin rûbirûbûna rastiyê, helalkirin, hesabdayîn û darizandin, ew tiştekî din dibêjin. Em rûbirûyê sîstemeke wisa ne ku têkoşîna 30 salan a malbatên windayan û dayikan têk naêxe, nikare ji pêvajo re bibêje pêvajoya çareseriyê, nikare bibêje pêvajoya aştiyê. Bêguman digel fikara me, hêrsa me û êşa me jî mezin e û em êşa malbatên windayan û dayikên li vir in parve dikin. Ji ber vê yekê, me xwest îro li vir wek Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li kêleka malbatên windayan û dayikên me cih bigirin û di vê pêvajoyê de careke din balê bikişînin ser rastiyê, rastiya Tirkiyeyê, rastiya gelê Kurd. Her çend ew nexwazin balê bikişînin ser rastiya vî gelî jî, em ê heta ku faîl bên darizandin, têkoşîna rastiyê bidomînin.”
Piştî axaftinan, ji bo windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
