Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana Fûara Pirtûkan a 9emîn a Amedê kirin û bi nûnerên weşanxaneyan, nivîskar û pirtûkhezan re hatin cem hev.
Fûara Pirtûkan a 9emîn a Amedê ku bi hevkarîya TUYAP û Yekîtîya Weşangerên Tirkîyeyê li Navenda Kongre û Fûaran a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin, sibe dawî dibe. Hevşaredarên Şaredarîya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, bi endamên Meclîsa Şaredarîya Bajarê Mezin, Parlamenterê DEM Partî Serhat Eren, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk re serdana fûara pirtûkan kirin. Hevşaredar li standan gerîyan, bi weşanxaneyan re li ser pêvajoya fûarê sohbet kirin, bi xwendevanan re li ser pirtûk û wêjeyê nêrînên xwe parve kirin, û beşdarî merasîmên îmzeyan ên nivîskaran bûn.
Hevşaredaran destnîşan kir ku kevneşopîya çand û wêjeyê ya Amedê ya bi kok, bi çalakîyên bi vî rengî zêdetir xuya dibe.
Îsal di standan de ku di nav wan de Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê jî hebû, zêdetirî 400 weşanxane û rêxistinên sivîl cih girtin.
Fûara Pirtûkan a 9emîn a Amedê ku di 18’ê Cotmehê de vebû, wê sibe bi dawî bibe.
Â
