Li Karazê xeta ava vexwarinê ya 40 salî hate nûkirin

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebata ku li Komelgeha Harem a Taxa Kaya ya girêdayî navçeya Karazê meşand, xeta ava vexwarinê ya ku 40 sal berê hatibû çêkirin, nû kir.

Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) li navenda bajêr û taxên gundewarî xizmetên binesaziyê didomîne. Tîmên Midûriyeta Şaxa DÎSKÎ ya Karazê û Serokatiya Daîreya Îkmalkirina Makîneyan, ku di 21'ê Cotmehê de ji bo nûkirina xeta ava vexwarinê ya ku 40 sal berê li Komelgeha Harem a Taxa Kaya ya Karazê hatibû danîn, dest bi xebatê kirin, di xebata sê rojan de boriyên ku temenê bikaranînê temam kiribûn derxistin û li şûna wan 700 metre boriyên polîetîlen (PE) ên nû danîn. Tîman bi xeta nûkirî, pirsgirêka ava taxa 34 malî bi awayekî mayînde çareser kirin.

'Me sîstemeke berhemdartir ava kir'

Azîz Yildiz, Serokê Şaxa DÎSKÎ ya Karazê, derbarê xebatan de agahî da û got ku armanca xebatên nûkirinê ew e ku pêşî li windabûna avê ya di xetên kevin de bigirin û rêveberiyeke avê ya berhemdartir dabîn bikin. Yildiz anî ziman ku xeta ku 40 sal berê hatibû danîn her tim arîze didan û di herikîna avê de kêmasiyên cidî dihatin jiyîn û destnîşan kir ku wan şebekeya ava vexwarinê ya boriyên PVC’yê yên ku temenê bikaranînê temam kiribûn, bi boriyên polîetîlen nû kirine.

200 kes gihîştin ava vexwarinê ya bênavber

Yildiz diyar kir ku bi xebata wan kirî re, nêzîkî 200 kesên ku di 35 malan de dijîn, gihîştine ava vexwarinê ya bê navber, tendurist û ewle, û tekez kir ku ew armanc dikin bi xebatên nûkirinê yên bi vî rengî yên li seranserê navçeyê (Karazê) têne meşandin, windahiyên avê yên fîzîkî kêm bikin û sîstemeke binesaziyê ya domdar ava bikin.

Welatî ji xizmetê memnûn in

Welatî Veysî Tora, anî ziman ku di berê de ji ber arîzeyên ku pir caran rû didan, di şebekeya ava vexwarinê de qutbûnên demdirêj çêdibûn û wiha got:

“Ji ber kûrahî û avahiya kevin a xetê, me didît ku di her teqînekê de av winda diçe. Êdî dê avên me bê navber herikin. Em spasiya her kesê ku di vê xebatê de keda wan heye, dikin.”

 

Image Gallery