Tîma ku bêhna bajêr diparêze!

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe didomînin da ku sîstemên avdanê yên li çar aliyên bajêr hatine danîn, bê pirsgirêk bixebitin.

Tîma Lênihêrîn û Tamîrkirina Makîneyên Parkê, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve hatiye damezrandin, midaxaleyî arîzeyên ku di sîstemên avdanê de çêdibin dike da ku dar, devî û kulîlkên ku dihêlin bajar nefesê bistîne, bi awayekî tendurist jiyana xwe bidomînin û bi vî awayî keskatiyê diparêze.

Xebat pêşî li windahiyên avê jî digire

Tîma 5 kesan, ku her roj li park, qadên kesk, refûj û qawîşên li adresên cuda yên navçeyên Yenîşehir, Rezik, Kayapınar û Sûrê midaxaleyî bi dehan arîzeyan dike, pêşî li windabûna avê digire û bi vî awayî hem hawîrdorê hem jî çavkaniyan diparêze. Carinan valveyeke xerabûyî, carinan jî xeteke teqiyayî, di cih de tê tamîrkirin û tê dabînkirin ku sîstem dîsa bikeve dewrê.

Tîmên ku ji bo mezinbûna tendurist a riwekên bajêr û parastina keskatiyê kontrolên birêkûpêk dikin, bi rastî jî "nebza keskatiyê" digirin. Bi çareserkirina arîzeyên avê û xebitandina bi bandor a sîstemê re, estetîka bajêr jî tê parastin. Ji bilî arîzeyên rûdayî, tîm di çarçoveya bernameya xebatê ya ku wan destnîşan kiriye de, lênihêrîna motor û hîdroforan jî dikin û bi vî awayî pêşî li arîzeyên muhtemel digirin.

Hem li qadê hem jî li atolyeyê xebat tên meşandin

Tîmên ku li atolyeya di kampusê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan de dixebitin, motorên avê û hîdroforên xerabûyî yên ji qadê hatine anîn, dîsa dikin fonksîyonel, vediguhezînin cihên ku lê hatine girtin û girêdanên wan çêdikin.

Alîkarî ji Şaredariyên navçeyan re jî tê kirin

Recep Yetîş, ji Tîma Lênihêrîn û Tamîrkirina Makîneyên Parkê, der barê xebatên ku tên kirin de agahî da û got ku ew arîzeyên di makîneyên avê de yên ku park û qadên kesk dixwin, çareser dikin û di heman demê de lênihêrîna makîneyan jî dikin.

Yetîş diyar kir ku ji bilî bernameya xebatê ya ku wan çêkirine, di rewşa pêwîstiyê de di warê motorên avê û hîdroforan de piştgiriyê didin şaredariyên navçeyan jî û herwiha kontrolên rûtîn jî pêk tînin da ku sîstemên avdanê yên ku keskatiyê diparêzin û geşbûna wê ya tendurist dabîn dikin, bê pirsgirêk karên xwe pêk bînin.

 

Image Gallery