Xebatên peyzajê yên li Rezanê qediyan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên peyzajê yên ku li navçe Rezan (Baxlar) li ser cade û bulvarên ji ber erdhej û wêraniyên piştre zirar dîtibûn dabûn destpêkirin, temam kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, xebatên peyzajê yên li ser cade û bulvarên li navçeya Rezanêji ber erdhej û wêraniyên piştre zirar dîtibûn dabûn destpêkirin, qedandin. Ekîban ji bo ku kolanên Emek û Ahmet Bîlgîn (Hatboyu) û Bulvara Medîneyê bibin xwedî dîmenekî estetîktir û hêşîn, di qonaxa destpêkê de li wan cihan sererastkirinên binesaziyê kirin û ew amade kirin ku nebat lê werin çandin.

Piştî ku xebatên binesaziyê qediyan, ekîban li cade û qeraxên rêyan bi giştî 150 dardevî û 300 strîyên zaqûmê çandin.

Nebat bi xebata peyzaja hişk hatin piştgirîkirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo ku cihên ku dar û strî lê hatine çandin dîmenekî estetîktir bigirin û her wiha ji bo ku av bi teserûfî were bikaranîn, li wan cihan serî li sepana peyzaja hişk da.

Di xebata ji bo teserûfa avê de, ekîban di nav refûjan de keresteyên wekî kufirê sor, dolemitê spî û ayraçê reş bi kar anîn.

Xebata peyzajê dîmenê cadeyan estetîktir kir

Di encama xebatên ku Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan pêk anîn de, kolanên Emek û Ahmet Bîlgîn (Hatboyu) û Bulvara Medîneyê bûne xwedî dîmenekî estetîktir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di çarçoveya bernameya xebatê de, ji bilî Rezan, wê li cade û bulvarên navçeyên Yenîşar (Yenişehir), Sûr û Peyas (Kayapinar) jî xebatên peyzajê bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30