Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebatên xeta ava vexwarinê ya 2 hezar û 700 metroyî ya li 3 taxên gundewar ên navçeya Gêlê, pirsgirêka ava 40 malan çareser kir.
Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo ku pêwîstiya ava vexwarinê ya cihên niştecihbûnê yên nû li taxên gundewar bi cih bîne, xebatên binesaziyê didomîne. Di vê çarçoveyê de DÎSKÎ, di encama xebata 15 rojan de li navçeya Gêlê ava vexwarinê ya bênavber gihand 40 malên nû hatine avakirin.
Li sê taxan xeta 2 hezar û 700 metroyî hat danîn
Bi xebatên ku li Gomikên Orta Qendîl ên Taxa Dere, Taxên Yukari Haydan û Celpîran yên navçeya Gêlê hatin kirin, bi giştî 2 hezar û 700 metre dirêjahiya xeta ava vexwarinê ya nû hat rêxistin. Bi vî awayî pirsgirêka ava vexwarinê ya 40 malên li sê taxan bi temamî hat çareserkirin.
'Me ji bo 40 malan ava bê navber dabîn kir'
Resul Încî, Berpirsê Qada Şaxa DÎSKÎ ya Gêlê ku der barê xebatan de agahî da, destnîşan kir ku wan li navçeya Gêlê xebateke 15 rojan meşandiye û got, "Me li Gomikên Orta Qendîl ên Taxa Dere, Taxên Yukari Haydan û Celpîran bi giştî 2 hezar û 700 metre xeta ava vexwarinê ya nû rêxist. Bi vî awayî me ji bo 40 malên xwe ava vexwarinê ya bênavber dabîn kir. Wekî Şaxa DÎSKÎ ya Gêlê, em ê xebatên xwe yên mîna vê yên der barê malên ku pirsgirêka ava vexwarinê dijîn de bidomînin."
Welatiyan memnûniyeta xwe anîn ziman
Eshat Koksal, yek ji welatiyên taxê ku ji ber xebatê kêfxweşiya xwe anî ziman, diyar kir ku zehmetiya ava sê salan bi dawî bûye û wiha got:
"Sê sal bûn me li vir gelek zehmetî dît. Ava me tune bû. Me serî lê da, niha ji bo ku ava me bînin li vir xebat hat kirin. Hem li ser navê xwe hem jî li ser navê taxê ez spasiya kesên di vê xebatê de ked dane dikim."
Fûat Dîcle, welatiyekî din jî got, "Me li vir ji xwe re xaniyên nû ava kirin. Ava me tune bû. Ji ber vê yekê pirsgirêkên me hebûn. Me serî li DÎSKÎ da. Ji bo ku ava me bê, xebat hat kirin. Em ji vê xebatê gelekî memnûn in."
Â
