DBB, beşdarî Kongreya Penagehên Jinan û Navendên Piştgiriyê bû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), beşdarî 28emîn Kongreya Penagehên Jinan û Navendên Şêwirmendî/Piştevaniyê bû û bi vê yekê beşdarî bihêzkirina piştevaniya jinan û parvekirina tecrûbeyan kir.

Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, beşdarî 28emîn Kongreya Penagehên Jinan û Navendên Şêwirmendî/Piştevaniyê bû ku di rojên 1, 2 û 3'yê Mijdarê de li Stenbolê hatibû lidarxistin.

Di kongreya ku îsal bi temaya “Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Mêran Di Kêmasiya Xizmeta Civakî ya Li Tirkiyeyê de; Hêz û Derfetên Rêveberiya Femînîst” hatibû lidarxistin de; kêmasiyên di warê xizmeta civakî de, gihîştina edaletê û girîngiya têgihiştina rêveberiya femînîst hatin nîqaşkirin. DBB bi xebatên xwe yên der barê bihêzkirina jinan, têkoşîna li dijî şîdeta mêran û qadên berpirsiyariya rêveberiyên herêmî de di kongreyê de cih girt.

Di kongreya ku zêdetirî 320 jinan ji 84 sazî û şaredariyan ji seranserê Tirkiyeyê beşdar bûn de, girîngî li ser bihêzkirina polîtîkayên wekhevîxwaz ên li ser bingeha nêrîna jinan û zêdekirina piştevaniya di navbera rêxistinên jinan û rêveberiyên herêmî de hat kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30