Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên zanîngehê geşteke nasandinê ji bo navçeyên Gêl û Erxenî li dar xist.
Midûriyeta Şaxa Turîzmê ya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo nasandina nirxên dîrokî û xwezayî yên bajêr û pêşxistina hişmendiya mîrateya çandî, ji bo xwendekarên zanîngehê geştek li dar xist.
Di çarçoveya geştê de, xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê, fersend dîtin ku li deverên mîrateya dîrokî û çandî, û navendên baweriyê yên li navçeyên Gêl û Erxenî bigerin. Ji xwendekarên ku bi rêberiya rêberên pispor ên girêdayî Midûriyeta Şaxa Turîzmê hatin gerandin, agahiyên berfireh der barê deverên dîrokî û çandî de hatin dayîn. Xwendekaran fersend dîtin ku bi çavê xwe li rêgezên xwezayî yên mîrateya çandî, Şikeftên Hîlarê û qada kolana arkeolojîk a Qotê Berçem a li navçeyan binerin.
Xwendekaran spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kirin, û piştî xwarina nîvro, di dawiya geştê de bi wesayîtan dîsa birin heta malên xwe.
Midûriyeta Şaxa Turîzmê, wê ji bo nasandina bedewiyên dîrokî, çandî û xwezayî yên bajêr, geştên nasandina dîroka bajêr ji bo xwendekaran berdewam bike.
Â
