Hevşaredar Hatun tevli civîna 'Rola Hiqûqê di Avakirina Aştiya Civakî de' bû

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, tevli civîna ku ji aliyê DÎTAM'ê ve bi sernavê "Rola hiqûqê di avakirina aştiya civakî de" hatibû lidarxistin, bû.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) bi sernavê "Rola Hiqûqê di Avakirina Aştiya Civakî de" civînek pêk anî. Civîna ku li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hat lidarxistin, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgin Tanrikulu, akademîsyen û birrek welatiyan beşdarî vê kombûnê bûn.

Di civînê de ku Prof. Dr. Nîlgun Toker, Doç. Dr. Dîlan Mizrak û Dr. Salîm Orhan wek axiver cih girtin, li ser çi divê di pêvajoya aştiyê de were kirin, çawa nêzîkî mijarê bibin û kîjan rêziknameyên hiqûqî divê werin çêkirin, nîqaş hatin kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30