Hevşaredaran maça Amedsporê temaşe kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, maça Amedspor û Hataysporê temaşe kirin.

Amedspor di hefteya 13an a Lîga 1an de derkete hemberî Hataysporê. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan, Serokê Klûba Amedsporê Nahît Eren, parlamenter, hevşaredarên navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl bi hev re li Stadyuma Amedê lîstik şopandin.

Hevşaredar Dogan Hatun jî li tribûna pişt qelê, di navbera alîgiran de maç temaşe kir û bi alîgiran re tezehûrat kir.

Amedsporê di vê lîstikê de Hatayspor 2-1 têk bir. Amedspor bi vê encamê puanên xwe kir 26 û di Lîga 1ê de derket rêza duyemîn.

Amedspor dê di 22ê Mijdarê, Roja Şemiyê de li derveyî malê bi Bolusporê re bilîze.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30