Gotûbêja li ser 'Çanda Muzîkê ya Amedê' birêve çû

Di gotûbêja ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di çarçoveya gotûbêjên hafizeya çandî de li Muzeya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa hat lidarxistin de, Akademîsyen M. Alîşan Budak behsa "Çanda Muzîkê ya Bajarî ya Amedê di Sedsalên 19. û 20. de" kir.

Gotûbêj, di çarçoveya "Gotûbêjên Hafizeya Çandî" de li Salona Pêşangeha Demkî ya Muzeya Bajêr, ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî de dixebite, bi mijara "Çanda Muzîkê ya Bajarî ya Amedê di Sedsalên 19. û 20. de" ya Akademîsyen M. Alîşan Budak hat lidarxistin.

Budak, ku beşên ji teza xwe ya Masterê ya Şaxa Zanista Muzîkolojî û Teoriya Muzîkê ya bi navê "Nêrînek Dîrokî û Analîtîk li ser Kevneşopiyên Muzîkê yên Meqamî yên Bajarî yên Amed-Xarpêt-Riha" pêşkêş kir, danasîna xwe ya li ser "Çanda Muzîkê ya Bajarî ya Amedê di Sedsalên 19. û 20. de" kir. Budak, qeydên ji berhevkirinên Konservatuara Dewletê ya Enqereyê dan guhdarîkirin û li ser hunermendên Diyarbekirî agahî da.

Budak anî ziman ku bajarên Diyarbekir, Xarpêt û Riha bi navên xwe yên dîrokî têne zanîn, ji hêla muzîka meqam ve navendên girîng ên Anatoliya û Mezopotamyaya Jorîn in û diyar kir ku nimûneyên van kevneşopiyên muzîkê yên bajarî yên ku gihîştine roja me, ji hêla gelek guhêrbarên muzîkê ve di nav xwe de hevrû û cûdahiyên balkêş dihewînin. Ji aliyekî din ve, Budak anî ziman ku termînolojiyek muzîkê ya herêmî ya van kevneşopiyên bajarî jî heye û agahiyên berhevkirî yên der barê paşxaneya dîrokî ya muzîka herêmê û termînolojiya muzîkê ya herêmî de bi beşdaran re parve kir.

Budak, ku li ser danasînên meqamên Beşîrî, Îbrahîmî, Kurdî, Muxalîf û Newroz ên ku bi hevparî li vê herêmê têne bikaranîn di çavkaniyên nazariyata dîrokî de lêkolîn kir, got: "Nimûneyên van meqaman ên ku aîdî Diyarbekirê ne, bi bikaranîna metoda navikên awazê hatin analîzkirin. Agahiyên analîtîk li ser bikaranîna van meqaman li Xarpêt û Rihayê, digel bikaranîna wan li erdnîgariyên derdorê yên ku herêm bi wan re di nav têkiliyê de ye wekî Azerbaycan, Îran û Iraqê, hatin bidestxistin."

Budak, her wiha destnîşan kir ku hat tespîtkirin ku avahiyeke meqamê ya pir-tebeqe ya taybet a herêmê û cureyên/şêweyên muzîkê yên ku li ser vê avahiyê hatine çêkirin, bi pêkanînên muzîka meqamê yên li erdnîgariyên cîran re xwedî karakterek mîna hev in.

Diyarbekir bajarekî dînamîk e

Budak anî ziman ku dema li salnameyên dawiya sedsala 19. tê nêrîn, Diyarbekir ku nifûsa navenda bajêr 35-40 hezar kes bû, di bûyerên sala 1915'an de bûye bajarekî koçber, piştî damezrandina Komarê para xwe ji Serhildana Şêx Seîd, koçberiya ji gund ber bi bajêr ve di salên 60'î de girtiye û di salên 80'î de jî ji ber şewitandina gundan koç girtiye. Budak got: "Ji ber ku bajarekî gelekî dînamîk e, ez tenê dikarim li ser serdemeke diyarkirî bixebitim û behsa nimûneyên muzîkê bikim. Bajarek e ku xwe nû dike. Di muzîka Diyarbekirê ya îroyîn de meqam û cureyên bi temamî cuda hene. Cihên ku muzîk lê tê îcrakirin, dibistanên muzîkê hene."

Gotûbêj piştî beşa pirs-bersivê bi dawî bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30