Çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê tên lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Ser Jinan, dê cûrbecûr çalakiyan organîze bike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariyê, ji ber 25'ê Mijdarê, bi dirûşma "Ji Bo Jiyaneke Bê Şîddet, Gotina Me Neqediya, Em Ê Şîdetê Bi Hev Re Bidin Sekinandin" dê çalakiyan pêk bîne.

Starta çalakiyan dê di 11'ê Mijdarê de, di saet 11.30’an de, bi daxuyaniyekê li pêş Navenda Piştevaniya Rojîn Kabaîş were dayîn.

Di navbera 12-30'ê Mijdarê de, dê li navendên jiyana jinan, avahiya xizmetê ya şaredariyê û li taxên gundewarî xebatên hişyariyê werin meşandin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30