Hevşaredar Bucak pêşwaziya kedkarên nexweşxaneya bajêr kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, pêşwaziya kedkarên ku li înşaeta Nexweşxaneya Bajêr dixebitin, kir.

Karkerên ku li navçeya Kayapinar ji fîrmaya karên înşaetê yên Nexweşxaneya Bajêr dimeşîne, heqdestê xwe negirtine, li ser vexwendinê hatin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, piştî pêşwaziyê, bi karkeran re hevdîtinek pêk anî.

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku divê mexdûriyeta kedkaran were çareserkirin û got ku ew ê bi kedkaran re di piştevanîyê de bin. Karkeran jî amaje pê kirin ku ji ber ku heqdestê wan nehatiye dayîn, ev çend roj in ku di çalakiyê de ne û diyar kirin ku tenê daxwaza wan ew e ku li hember karê ku kirine, bi awayekî dadmend bersiva wê bistînin.

Di bernameyê de Hevşaredar Bucak, bi Hevberdevkên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin (DBB), Demet Ceylan û Ayhan Karatekin re bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30