Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 15 sîteyên navçeya Kayapinarê yekîneyên paşve-guherandinê danîn û 10 hezar welatî agahdar kirin. Herwiha dest bi entegrekirina bermahiyên ku li cihê xwe hatine veqetandin li sîstema paşve-guherandinê kir.
Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermahî, xebatên xwe didomîne ji bo parastina ekosîstemên domdar, zêdekirina cûrbecûrbûna biyolojîk û kêmkirina qirêjiya jîngehê. Di vê çarçoveyê de, bi koordînasyona serokatiya daîreyê û bi Şaredariya Kayapinarê re, xebatên projeya damezrandina binesaziya veqetandina li ser çavkaniyê û paşve-guherandinê hatin destpêkirin. Tîman li navçeya Kayapinarê 15 sîteyên pîlot diyar kirin û li wan yekîneyên paşve-guherandinê bi cih kirin. Bi vê xebatê, bermahî dest bi entegrekirina li sîstema paşve-guherandinê kirin.
10 hezar welatî hatin agahdarkirin
Bi xebata hatî meşandin, nêzîkî 10 hezar kes ku li 15 sîteyan rûdinin, derbarê veqetandina li ser çavkaniyvê û paşve-guherandinê de hatin agahdarkirin. Di van yekîneyan de, ku welatî bermahiyên pakêtê ku ji malên xwe veqetandine dihêlin, bi komkirina wan a cuda, entegrasyona wan li sîstema paşve-guherandinê ya bajêr dest pê kir.
Li sîteyan lêkolîn hate kirin
Seroka Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermahî Evîn Dînar, Alîkarê Hevşaredarê Kayapinarê Volkan Tuncer, Midûrê Karên Paqijiyê Sait Karataş û tîmên wan, li sîteyên ku xebat dest pê kiriye, lêkolîn kirin. Ji bo zarokên ku li sîteyan rûdinin jî, pênûsên bi tov û cetvelên ku ji paşve-guherandinê hatine bidestxistin, hatin diyarîkirin.
'Armanc, veqetandina rast e'
Evîn Dînar, Seroka Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermahî, der barê xebatan de agahî da û got ku ew vê xebatê bi Şaredariya Kayapinarê re bi hevparî dimeşînin. Dînar anî ziman ku armanca wan ew e ku li seranserê bajêr veqetandina rast a bermahiyan berbelav bikin û wiha got:
"Her bermahî ne zibil e. Dema ku bermahiyên plastîk, kaxez, cam, metal û organîk bi awayekî rast neyên veqetandin, ew nikarin ji nû ve bên bikaranîn û veguherandin. Ev jî yek ji sedemên herî girîng ên krîza avhewayê ye. Dema em van rojan behsa krîza avhewayê dikin, di rastiyê de yek ji mijarên herî girîng jî adetên me yên xerckirinê ne."
'Xebat dê bê berbelavkirin'
Dînar diyar kir ku ew plan dikin ku xebatê li seranserê bajêr berbelav bikin û wiha berdewam kir:
"Îro me li vir bi Şaredariya Kayapinarê re xebatek dest pê kir da ku em bala xwe bidin ser adetên xwe yên xerckirinê û bermahiyan bi awayekî rast veqetînin. Rastiyek e ku veqetandina rast a bermahiyan li malên me, li cihên kar û dibistanan enerjiyê teserûf dike û xwezayê diparêze. Ji ber vê yekê, em armanc dikin ku bi hemî şaredariyên navçeyên xwe re hevkariyê bikin û li seranserê bajêr veqetandina bermahiyan, kêmkirina wan û guhertina adetên xwe yên xerckirinê bikin. Ev xebat bi diyarkirina 15 sîteyên pîlot li herêmê, bi Şaredariya Kayapinarê re hate plankirin. Dema ku qutiyên veqetandinê yên ku li 15 sîteyên pîlot hatine bicihkirin, bi veqetandina rast tije dibin, ew ji hêla wesayîtên Şaredariya Kayapinarê ve tên komkirin."
Â
