Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya ji nû ve sazkirina rêyên ketin û derketina bajêr de, Rêya Karacadaxê ya ku demeke dirêj e ti kar li ser nehatiye kirin, ji nû ve saz dike û wê dike xwediyê rewşeke nûjen.
Midûriyeta Daîreya Park û Baxçeyan, li Rêya Karacadaxê, ku li navçeya Rezan cih digire û yek ji rêyên herî kevn ên bajêr e û berdewamiya Rêya Mêrdînê ye, karên xwe yên peyzajê didomîne. Demeke dirêj bû ti karên berfireh li vê rêyê nehatibûn kirin.
Karên ku ji bo xurtkirina estetîka bajêr û birêxistinkirina aksên çûnûhatinê didomin, di beşa ji baregeha jetê ya 8'emîn heta bi girêdana Rêya Rihayê de tên kirin.
Refûj anîn heman astê
Di çarçoveya sazkirinê de, tîman di qonaxa yekem de betonên bordûrê yên ku li hin deveran nizim û li hin deveran jî bilind bûn, rakirin û refûja rêyê anîn heman astê. Li beşa ku wekî Qada Kuruçeşme û Qada Qantar tê zanîn, rêzika bordûran a heyî li gorî madeya bazalt a nû tê amadekirin.
Di çarçoveya karên binesaziyê de, tîman ji bo ku pêşveçûna nebatan bi awayekî tendurist bidome, li refûjan xetên avdanê danîn. Herwiha ji ber ewlehiya peyayan, hesinên ferforje yên li ser Rêya Karacadaxê jî tên rakirin. Ferforjeyên hatine rakirin, piştî boyaxkirin û anîna asta guncaw, wê dîsa li cihên wan bên bicîkirin.
Wê nimûneyên peyzaja ziwabûyî bên bikaranîn
Tîmên ku wê piştî karên binesaziyê dest bi karên seresaziyê bikin, bi armanca teserûfa avê, wê li Rêya Karacadaxê nimûneyên peyzaja ziwabûyî bi kar bînin. Di sepana peyzaja ziwabûyî de, wê dolamît, cûruf (kevirê volkanîk) û çîm-afor (çîmên-vavêr) li cihên diyarkirî bên bicihkirin.
Herwiha tîm wê refûjê bi cureyên cuda yên dar û deviyan bixemilînin da ku cihê peyzaja ziwabûyî bêhtir bi rêk û pêk xuya bike.
Piştî ku karên Midûriyeta Daîreya Park û Baxçeyan bi dawî bibin, Rêya Karacadaxê ya Rezan wê bibe xwediyê dîmenek hêşîntir, estetîktir û ewletir.
Â
