Perwerdeya hişyariyê ji jinan re hate dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinan de, xebateke hişyariyê pêk anî.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi dirûşma "Ji Bo Jiyanek Bê Şîdet, Gotina Me Neqediyaye, Em ê Bi Hev Re Şîdetê Rawestînin" çalakiyan li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê, ku girêdayî Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ye, ji xwendekarên kursan re li ser mijarên şîdet û zayenda civakî perwerdeya hişyariyê hate dayîn.

Sosyalog Hatice Bozkoç, ku perwerde hînî kursiyeran kir, li ser mijarên şîdeta fîzîkî, psîkolojîk/hestyarî, aborî, zayendî, şopandina bi israr, şîdeta sanal (înternetê) û şîdeta hevdujînê agahî dan û rave kir ku dema jin rû bi rûyê rewşên neyînî dimînin, divê çi bikin.

Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, heta 30ê Mijdarê, wê li navendên jiyanê yên jinan, avahiya xizmeta şaredariyê û li taxên gundewarî karên hişyariyê bimeşîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30