Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya “Hevdîtina Bi Gel Re” dê di 17ê Mijdarê de bi welatiyan re bicivin.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re, ji bo ku welatî daxwaz, pêşniyar û nerînên xwe rasterast bigihînin rêveberiya şaredariyê, dê roja duşemê, 17ê Mijdarê, "Hevdîtina Gel" li dar bixe.
Di vê hevdîtinê de, Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun dê bi gel re bicivin.
Armanca civîna ku dê di Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin de di saet 14.00an de pêk were, ew e ku welatiyên li bajêr dijîn nerînên xwe yên derbarê xizmetên şaredariyê de parve bikin, pirsgirêkên xwe bînin ziman û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş bikin.
Werger: Omer Dilsoz
