Protokola veguhestinê navbera Şaredarî û Zanîngeha Dîcleyê pêk hat

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) û Zanîngeha Dîcleyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên veguhestina komî ya bajêr gav avêtin û bi îmzekirina protokoleke hevkariyê li hev civiyan. Bi vê protokolê, tê armanckirin ku xizmetên veguhestinê yên nav bajêr bibin bikêrhatîtir, domdar û gihîştîbar.

Başkirina tora veguhestina komî ya bajêr

Protokola ku bi navê “Projeya Başkirina Tora Veguhestina Komî ya Navenda Bajarê Amedê” hatiye îmzekirin, armanc dike ku sîstema veguhestina komî ya heyî bi xebatên zanistî bê analîzkirin û baştir kirin.

Di çarçoveya vê xebatê de, armanc; Başkirina xet û rawestgehan (optîmîzekirin), kurtkirina dema rêwîtiyê, zêdekirina kapasîteya veguhestinê û zêdekirina razîbûna bikarhêneran e. 

Hevşaredaran û rektor protokol îmze kir

Merasîma îmzekirinê li avahiya rektoriyê ya Zanîngeha Dîcleyê pêk hat. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Kamuran Eronat, û her weha rêveberên payebilind ên her du aliyan beşdar bûn.

Piştî hevdîtineke kurt, protokol di navbera Hevşaredar Bucak û Rektor Eronat de hat îmzekirin. Hevşaredar Bucak hêvî kir ku ev protokol ji bo bajêr bibe xêr û xweşî.

Xebatên zanistî dê 8 mehan bidomin

Xebata ku dê navçeyên Rezan, Peyas, Sûr, Yenîşehîr û herêma Habeşî li xwe bigire, dê bi tevahî 8 mehan bidome.

 Tîma akademîk a pispor a Zanîngeha Dîcleyê dê bi rêbazên zanistî, xebatên qadê, hejmartina rêwiyan, pîvandina dema rêwîtiyê, analîzên daneyan û çalakiyên modelkirinê pêk bîne.

Armanc ew e ku bi daneyên ku dê werin bidestxistin, planeke tora nû were amadekirin da ku barê veguhestinê yê bajêr kêm bike û xizmetan bêtir berfireh bike.

Armanca Şaredariyê veguhestineke dostane û erzan e

Şaredariya Bajarê Mezin, bi vê piştgiriya zanistî, armanc dike ku di veguhestina nav bajêr de çareseriyên domdar peyda bike. Şaredarî dixwaze ku veguhestina komî bibe xwediyê avahiyeke li hemberî jîngehê dost, erzan û gihîştîner.

Di encama analîzan de, kalîteya xizmeta veguhestinê dê bi pêşîlêgirtina dubarebûna xetan, kêmkirina seferên nehewce û ji nû ve sazkirina cihên rawestgehan, bê zêdekirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery