Jin di atolyeyê de bermahiyan vediguherînin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku têkiliya kevnar a jinan a bi xwezayê re bîne bîra wan û ji bo ku materyalên bermahî biguherîne û bigihîne xuyangeke estetîk, atolyeyek li dar xist.

Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê atolyeyek pêk anî bi armanca ji nû ve bikaranîna materyalên bermahî û kêmkirina çêbûna bermahiyan. Di atolyeya ku bi piştgiriya mamosteyên di bin Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de dixebitin, hat lidarxistin, bal hat kişandin ser bandorên çanda mezaxtinê.

Bermahî veguhaztin berhemên bikêr

Di atolyeyê de, jinan ji nû ve teşe dan materyalên plastîk, cam û metal ên beravêjok û veguherandin berhemên bikêr (fonksiyonel). Ev xebat ku ji bo kêmkirina çêbûna bermahiyan dibe alîkar, ji bo belavbûna çanda ji nû ve bikaranînê jî mînakekê pêşkêş dike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30