Helbestvanê Kurd Arjen Arî, ku bi berhemên xwe di helbest û wêjeya Kurdî ya modern de cihekî mezin girtiye, di 13emîn salvegera mirina xwe de dê bi çalakiyên curbecur bê bibîranîn.
Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê di 30ê Cotmeha 2012an de li Amedê çû ber rehmetê û di 13emîn salvegera mirina xwe de tê bibîranîn.
Çalakiyên îsal dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, Weşanên Sor û malbata Arî ve di navbera 22-23yê Mijdarê de bêne lidarxistin.
Aktivîteyên wekî pêşangeh, merasîma xelatdayînê, atolye, panel û konser dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk bên.
Pêşbaziya helbestan a Arjen Arî
Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî, ku her sal ji aliyê Weşanên Sor û malbata Arî ve tê lidarxistin, armanc dike ku xwedîtî li ziman û wêjeya Kurdî û nirxên gerdûnî yên hunerê ku Arjen Arî di tevahiya jiyana xwe de ji bo wan ked daye, bê kirin.
Di bîranîna îsal de Mehmet Çalişçi mafê wergirtina xelatê bi dest xist.
Xelata rûmetê dê ji Kardeş Turkuler re bê dayîn.
Pêşangeh, atolye û panel
22yê Mijdarê di navbera saet 13:00-18:00an de Atolyeya Helbestan a Arjen Arî dê ji aliyê Şehmus Kurt ve bê birêvebirin. Kesên dixwazin beşdar bibin dikarin li ser vê lînkê serlêdanê bikin: https://forms.gle/rcFJYaG2EZCKvfqv5
Di 23yê Mijdarê de saet di 17:00an de pêşangeha hevbeş ya bi navê “Kulîlkên Biharê yên Derengmayî” dê vebe.
Di pêşangehê de berhemên van hunermendan dê cih bigirin: Bêrîtan Aykut, Besna Acu, Dîlan Yel, Ercan Altuntaş, Evîn Çîftsuren, Fatime Ece, Hasan Basrî Ankut, Huseyin Kaplan, Îlknur Çagir, Nuşen Ozun, Ozlem Yildirim, Pîra Botan, Şevîn Yel, Yusuf Can Sadik.
Di panela ku dê di saet 19:00an de bi sernavê “Arjen Arî Ji Me re Çi Dibêje?” bê lidarxistin de Sidîq Gorîcan, Dr. Roger Acun û Rêdûr Dîjle dê wekî axaftvan beşdar bibin.
Konsera Kardeş Turkuler
Merasîma xelatdayînê dê ji aliyê Zeynep Sultan Atli û Armanc Dayan ve bê pêşkêşkirin.
Di merasîmê de piştî sînevîzyona li ser jiyana Arjen Arî û axaftinan, bername dê bi konsera bêpere ya Kardeş Turkuler û Agît Işik bi dawî bibe.
werger: Omer Dilsoz
