Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di Civîna Jinan de ya ku ji aliyê Şaredariya Sûrê ve hatibû lidarxistin de axivî û got, "Em dixwazin mekanîzmayekê ku jin tê de gotinê dibêjin, bi awayekî wekhev tên temsîlkirin û hîn zêdetir tên dîtin aşkere bikin."
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Ser Jinan de ji aliyê Şaredariya Sûrê ve li Teknokent a navçeya Sûrê hatibû organîzekirin, bû.
Hevşaredar Bucak: Em ê bi hev re şîdetê rawestînin
Hevşaredar Bucak di civînê de axivî, bal kişand ser girîngiya civînên jinan û got ku 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê her du meh in ku raman, gotin û piştevaniya jinan tê de derdikeve holê.
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku meha Mijdarê û meha Adarê mehên girîng in û wiha axivî: “Ji bo me, ev her du meh ew meh in ku em hemû civînên xwe yên jinan li tax û gundan zêde dikin û hîn zêdetir aşkere dikin. Lê sînordarkirina wê bi vê yekê re ne rast e. Ji bo me ne rast e. Bi vê wateyê, kampanyayek me heye ku me ji Mijdara sala borî ve daye destpêkirin. 'Gotina Me Neqediya, Em ê Her Tim Bi Hev re Şîdetê Rawestînin.' Bi vê Mijdarê re, em di wê astê de ne ku ev kampanyaya han berdewam dike û bi rastî jî soz, dirûşmeya kampanyayê nû dibe. Yanî em ê bi avakirina civakeke demokratîk û civakeke azad, şîdetê bi hev re rawestînin.”
'Me kampanya dirêj kir'
Bucak diyar kir ku ew kampanyaya ku di Mijdara 2024'an de dest pê kiribû, didomînin û got, “Me kampanya dirêj kir da ku em wek jin dubare bikin ku gotina me xilas nebûye. Em dixwazin vê kampanyayê li hemû qadan û li qadên jinan ên taybet bi hev re mezin bikin. Em behsa zêdekirina navendên piştgirî û mekanên taybet ên ku wê guh bidin pirsgirêkên jinên li vî bajarî û jin wê bên cem hev, dikin. Ji şîdeta ku jin pê re rû bi rû dimînin heta mobbinga di qada kamûyê de û ji beşdarbûna jinan di kar de, heta pêşketin û xurtkirina aboriya herêmî em behs dikin. Em behsa rola girîng a rêveberiyên herêmî li vir dikin. Bi rastî em dixwazin mekanîzmayekê ku jin li van hemû qadan gotinê dibêjin, bi awayekî wekhev tên temsîlkirin û hîn zêdetir dihên dîtin aşkere bikin.”
Jinên beşdarî civînê jî ji bo ku di hemû qadên jiyanê de roleke çalak bigirin ser xwe, pêşniyarên xwe yên berbiçav parve kirin û bal kişandin ser girîngiya bicihanîna van pêşniyaran.
Werger: Omer Dilsoz
