Li Atolyeyên Cotkariya Dermanên Tibî û Aromatik ên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatine lidarxistin, jinan hilberîna sîrkeyê pêk anîn.
Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, Atolyeyên Cotkariya Dermanên Tibî û Aromatik ên ku di navendên jiyanê yên jinan de dabûn destpêkirin, didominin. Vê hefteyê di atolyeyê de, der barê dîroka sîrkeyê û qadên bikaranîna wê de, ku wekî çavkaniyek şîfayê ye û nirxê xwe ji dîrokê heta îro parastiye, agahî hatin dayîn.
Di beşa pratîkî ya atolyeyê de, bi beşdaran re sîrkeya mandarînê ya bi zerdeçal hat amadekirin. Jinan di atolyeyê de, hem hûrguliyên çêkirina sîrkeyê fêr bûn, hem jî sîrkeyên xwe hilberandin.
Jinên ku beşdarî atolyeyan bûn û agahiyên piştgiriya jiyana xwezayî hatin parvekirin, diyar kirin ku wan hêza hilberînê hîs kir û fersenda civakîbûnê dîtin. Wan anî ziman ku bidestxistina berhemên tendurist ên ku dikarin di jiyana xwe ya rojane de bikar bînin, motîvasyoneke mezin dide wan.
Sîrkeya hatî çêkirin, ji ber ku vîtamîna C dihewîne, dikare ji bo xurtkirina sîstema parastinê, di seleteyan de, di paqijiyê de, di paqijkirina çerm de û di qadên bi vî rengî de bê bikaranîn.
Werger: Omer Dilsoz
Â
