Di xebata hişyarkirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ku li navendên jiyanê yên jinan pêk hat, cureyên şîdetê û ezmûnên jinan ên têkoşîna li dijî şîdetê hatin nîqaşkirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya xebatên ku di 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta Li Ser Jinan de dimeşîne, armanc dike ku jin ezmûnên xwe diyar bikin û di warê naskirina şîdetê, danîna sînor û gihîştina mekanîzmayên piştgiriyê de xurt bibin. Di vê çarçoveyê de xebatên hişyarkirinê bi beşdariya çalak a jinan didomin.
Cureyên şîdetê hatin destgirtin
Li Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê di 3 koman de û li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê jî di 2 koman de bi giştî 109 jin beşdarî hevdîtinan bûn. Di xebatan de mijarên wekî "Şîdeta Li Ser Jinan", "Cureyên Şîdetê" û "Mekanîzmayên Piştgiriyê yên Têkoşîna Li Dijî Şîdetê" hatin destgirtin. Hate tekezîkirin ku şîdeta fîzîkî, psîkolojîk, aborî, zayendî û dîjîtal bi awayekî pirralî bandorê li jiyana jinan dike. Tevî jinan hate nîqaşkirin ku tevgerên wekî heqareta devkî, sînorkirina aborî, tehdît, îzolasyon, şopandina bi israr û kontrola dîjîtal beşek ji şîdetê ne.
Jinan têkoşîna xwe vegot
Di rûniştinên ku bi awayekî înteraktîf dihatin meşandin de, jinan cureyên şîdetê yên ku di jiyana xwe ya rojane de rû bi rû dimînin û têkoşîna ku didin parve kirin. Jinên beşdarî xebatê bûn, dema mînakên şîdeta aborî yên wekî astengkirina beşdarbûna wan di jiyana xebatê de û sînorkirina lêçûnên wan digotin, anîn ziman ku barê lênêrîna hundirê malê (zarok, kal, paqijî, xwarin û hwd.) bi giranî li ser wan e û ev jî jiyana wan zehmet dike. Jinan diyar kirin ku dîtina keda wan a nediyar a di nava malê de wekî "karê jinê" û ne-qîmetkirina wê, carinan dihêle ku ew xwe bêqîmet hîs bikin.
Xebatên hişyarkirinê dê bidomin
Xebatên hişyarkirinê yên Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ku armanc dike jin xurt bibin, di rojên pêş de dê li navendên jiyanê yên jinan ên Qûçan, Ben û Sen û Lalebeyê bidomin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
