Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ên ku di Civîna Gel de daxwaz û pêşniyarên welatiyan guhdarî kirin, ji ber beşdariya zêde spasiya gel kirin û destnîşan kirin ku ew ê bi hev re xebata birêvebirin û avakirina bajêr berdewam bikin.
Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Ligel Gel, ji bo ku welatî karibin daxwaz, pêşniyar û nêrînên xwe rasterast bigihînin rêveberiya şaredariyê, berdewam e bi lidarxistina civînên gel. Di vê çarçoveyê de Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, bi sedan welatî re li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya di avahiya şaredariyê de hatin gel hev. Ji bilî Hevşaredaran, Hevberdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, Hevserokên Bajêr yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevserokên Bajêr yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ruçem Vefa Elyakut û Ahmet Dogan, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin û serokên daîreyan jî tevlî civînê bûn.
Hevşaredar Bucak: Têkoşîna gel ciwanî û hêjayî pesnê ye
Hevşaredar Bucak, di Civîna Gel de axivî, diyar kir ku têkoşîna gelê Amedê û şêwaza xwedîderketina li xebatên civakî û paradîgmayî gelek girîng û hêjayî pesnê ye û got, “Zêdetirî 20 sal in ev şaredarî bi hilbijartina we, bi partiya we ve têne birêvebirin, bêguman ev serkeftina we, keda we û israra we ya di vê siyasetê de ye.”
Bucak anî ziman ku bi berpirsiyariya ku ketiye ser milê wan, di nav xerabûn û kavilekî mezin de, ji bo pêkanîna projeyên ku soz dane, xebateke pirr giran dimeşînin û wiha got, “Bêguman ev têrê nake. Hûn ê îro vê yekê herî baş binirxînin. Ez bi rastî dixwazim spasiya vê qelebalixiya di salonê de bikim, ez ji gelê me yê hêja re dibêjim hûn bi xêr hatine.”
Hevşaredar Bucak da zanîn ku ji dema ku hatine hilbijartin, di civînên taxan de derfet dîtiye ku gel guhdarî bike û got ku ew ê berdewam bikin li ser lidarxistina civînên bi gel re di taxan de.
Hevşaredar Hatun: Em ê bi hev re biryar bidin
Hevşaredar Dogan Hatun jî ji ber beşdarbûna wan spasiya welatiyan kir û got, “Em bi hev re di vî bajêrî de dijîn. Dibe ku îro em di rêveberiyê de bin, lê ev nayê wateyê ku em xwediyê her biryarê ne. Me di dema hilbijartinê de jî gotibû, em ê bi hev re biryar bidin derbarê bajêr de, em ê bi hev re vî bajarî ava bikin.”
‘Me gelek kêmasiyên ku ji serdema qeyûman mane çareser kirin’
Hevşaredar Hatun diyar kir ku wan anîbû ziman ku dê kêmasiyên ku di nava 10 salên borî de ji ber qeyûman derketine holê weke pêşîneyeke çareser bikin û wiha axivî: “Me gelek kêmasiyên ku di vê serdema 9-10 salî ya qeyûman de derketine holê çareser kirin. Her çend derfetên me zêde tune bin jî, li gorî derfetên xwe me pirsgirêkên nehatine çareserkirin, çareser kirin. Bêguman ev nayê wateyê ku me her tişt bêkêmasî kiriye. Dibe ku kêmasiyên me jî hebin. Rexneyên xwe ji me re bibêjin, em ji rexneyan re vekirî ne. Nêzîkî sal û nîvekê ye em li meydanê ne. Kêm pirsgirêkên ku em neçûne ser hene. Hin mijar hene, dema hûn lê dinêrin hûn dibêjin em ê di salekê de çareser bikin, lê dema hûn dikevin nav kar dibînin ku salek na, pênc sal jî ji bo çareserkirina van têrê nake. Divê em di van mijaran de hev fêm bikin. Divê em sebir û tehamûla xwe li gorî wê nîşan bidin. Eger em sebir û tehamûlê nîşanî hev bidin, em ê karibin zêdetir bixebitin û em ê karibin zûtir bajarê xwe xweş bikin. Em dikarin ji pirsgirêkên girîng ên ku bi dehan salan kom bûne re bi hev re zûtir çareseriyan bibînin. Lê eger sebir û tehamûla me li hemberî hev tune be, em ê wekî serê derziyê jî tu karî nekin. Pirsgirêkên ku 40 sal in nehatine çareserkirin di salekê de nayên çareserkirin. Ger em hev fêm bikin em ê bi hev re karên paqij û xweş bikin.”
‘Me Ji bo sala bê proje amade kirin’
Hevşaredar Hatun da zanîn ku divê rêveberiyên herêmî û hikûmeta navendî bi hev re bixebitin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bingeha tesîsa me ya yekemîn a paqijkirina avê beriya 25 salan hatibû avêtin. Me meha borî bingeha ya duyemîn avêt. Çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê ne ewqas hêsan e. Xebata hevpar, rêveberiya herêmî û hikûmeta navendî divê bi hev re tevbigerin. Carinan ji bo lûleyeke kanalîzasyonê 7-8 sazî raman û nêrînên xwe dibêjin. Burokrasî carinan dibe sedema ku kar hêdî bimeşin. Îsal ji ber hişkesaliyê gelek gund bêav man. Me ji bo ka sala bê çi bikin xebat meşand. Me projeyine amade kirin. Hemû hevalên beşên me amade ne, pirsgirêkên xwe bêjin, ew ê not bigrin.”
‘Civîna gel gelek girîng e’
Hevseroka Bajêr ya DEM Partiyê Gulşen Ozer jî bal kişand ser girîngiya civînên gel û got, “Vî gelî îradeya xwe derxist holê, bi saya vê yekê ev hevdîtin pêk tên. Sal û nîvekê me li pey xwe hişt, em her dem deyndarê gelê xwe ne. Ev civîna gel gelek girîng e. Dema em diçin nava gel, pirsgirêkên şaredariyê tên ber me. Lê em partiyeke siyasî ne. Karê şaredariyê cuda ye, yê me cuda ye. Hevalên me îradeya me ne, em ê bi hev re karê xwe bikin. 10 sal şaredarî di destê qeyûman de bûn. Qeyûman ti xizmet nekir. Butçeya şaredariyê ji bo saziyên din xerc kir.”
Welatiyan daxwazên xwe anîn ziman
Welatiyên ku piştî Hevşaredaran axivîn, bal kişandin ser girîngiya lidarxistina civînan bi awayekî rêkûpêk di bajêr de. Beşdaran spasiya Şaredariya Bajarê Mezin ji ber xebatên wan kirin û anîn ziman ku xizmetên ku di bajêr de têne meşandin xuya ne, lê sernavên ku li benda çareseriyê ne jî hene. Welatiyan daxwaz û pêşniyarên xwe di sernavên wekî paqijiya hawîrdorê, veguhastin, îstîhdam, stasyona bazê, pêwîstiya bi wargehê, qutkirina avê, xebatên peyarê û kevirên parkê, baxçeyê ajalan, Projeya Geliyê Dîcleyê, binesazî, tiryakê û hwd de anîn ziman.
Hevşaredaran bersiva pirsan dan
Hevşaredaran guhdarî daxwaz, hêvî û rexneyên welatiyan kirin, not girtin û bersiva pirsan dan. Rexne, daxwaz û pêşniyarên ji gel hatin, ji aliyê rêveberên yekîneyên têkildar ve yek bi yek hatin not girtin.
Werger: Omer Dilsoz
