Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Foruma Rêxistinên Ciwanan (GoFor), danasîna projeya “Ji bo Wekheviyê Ciwanî: Avakirina Qadên Sivîl ên li ser Bingehê Wekheviya Zayenda Civakî” hat kirin.
Yekeya Wekheviya Zayenda Civakî û Hêzdarkirina Jinan a Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Norwêcê, li Amed, Antalya û Îzmîrê projeyeke nû dixin jiyanê. Di projeya ku dengê jinên ciwan dibe mekanîzmayên biryarê; armanc dike ku bajaran adiltir, ewletir û wekhevtir bike de; tê hedefkirin ku beşdariya aktîf a ciwanan di pêvajoyên biryardayînê yên di asta herêmî û qada wekheviya zayenda civakî de were xurtkirin.
Proje hat danasîn
Danasîna projeya ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê, Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û Foruma Rêxistinên Ciwanan (GoFor) tê meşandin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat kirin.
Ji aliyê Koordînatora Parêzvanî û Wekheviya Zayenda Civakî ya GoForê Berfin Atli ve di 4 rûniştinên ku 2 rojan dewam kirin de naveroka projeyê hat vegotin.
Di bernameya ku rêxistinên ciwan û jinan, nûnerên saziyên fermî yên herêmî, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen û nûnerên zanîngehan wek guhdar beşdar bûn de; têkoşîna wekheviya zayenda civakî, tevkariya mêran a ji bo vê pêvajoyê, pirsgirêkên jinên ciwan û xebatkar ên di jiyana bajêr de hatin nîqaşkirin.
Hişmendî tê armanckirin
Atliya ku proje da nasîn, diyar kir ku bi projeyê tê armanckirin ku jinên ciwan der barê wekheviya zayenda civakî de werin xurtkirin û di nav mêrên ciwan de jî hişmendî were avakirin.
Atli bal kişand ser tevkariya projeyê ya li şaredariyan û destnîşan kir ku bi vî awayî rêveberiyên herêmî dê bi ciwanên ku bajêr dijîn re têkiliya rasterast deynin, amûrên polîtîkayê yên berfireh û li ser bingeha wekheviyê werin pêşxistin, kapasîteya entegrekirina nêzîkatiya wekheviya zayenda civakî li polîtîkayên bajêr zêde bibe û dê ji tecrubeyên ewlehî, gihîştin û beşdariya ciwanan sûd were wergirtin.
Werger: Omer Dilsoz
