Lîstika “Jîn” ji bo jinan hate leyîstin

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Şîdeta li Ser Jinan de lîstika bi navê “Jîn” leyîst.

Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Şîdeta li Ser Jinan de hatine organîzekirin, didomin. Di çarçoveya çalakiyan de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê lîstika bi navê "Jîn" a Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin (DBŞT) hat lîstin.

Ji bo jinên ku xwestin beşdarî çalakiyê bibin, ji aliyê şaredariyan ve piştevaniya veguhastinê hat dayîn. Nêzî 250 jinên ku ji navendên jiyanê yên jinan ên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û navendên hevgirtinê yên şaredariyên navçeyên navend û derve xizmetê werdigirin, lîstik temaşe kirin. Ji bo zarokên ku bi dayikên xwe re hatibûn jî, di heman saetê de nîşandana sînemayê hat lidarxistin.

Lîstika “Jîn” a ku bi zimanê laş têkoşîna jinê û awayên serederiya bi şînê re vedibêje, ji aliyê jinan ve bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin. Temaşevanên ku car caran hestiyar bûn, gelek caran bi çepik û tilîliyan piştgirî dan lîstikê. Piştî lîstikê lîstikvan li ser piyan hatin çepikkirin.

'Baweriya me ya ji bo siberojên azad gelek mezin e'

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer ku piştî nîşandanê axaftineke kurt kir, spasiya lîstikvanan kir ku bi performansa xwe di rojeke wiha girîng de siberojên bêşîdet û azad bi bîra jinan xistine.

Gurbuz Sumer diyar kir ku li dijî desthilatdariya mêrserdest jiyaneke bêşîdet tenê bi hatina ba hev, xurtkirina hevgirtinê û mezinkirina têkoşînê pêkan e û wiha got: “Îro li vir gelek şaredariyên me yên navçeyan xebateke girîng meşandin û beşdarî bernameya me bûn. Meşandina xebatên bi vî rengî bi hev re û di nav hevgirtinê de bûn bêguman gelek biqîmet e. Baweriya me ya ji bo siberojên azad gelek mezin e.”

Gurbuz Sumer bal kişand ser komkujiyên jinan û wiha axivî: “Ji bo em pêşî li komkujiyên nû bigirin, biryardariya me ya ji bo mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûna me ji her demê zêdetir dê bidome.”

Werger: Omer Dilsoz