Dermankirina zivistanî ya li dijî heşereyan dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî kêzikan li seranserê bajêr dest bi xebatên dermanên zivistanî kir û li cihên wek çiravk, coyên girtî, çeper, qulên fosseptîk û odeyên mencelên kalorîferê ku kurmikên mêşan lê dimînin û çavkaniyên zêdebûna wan in, derman dike.

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, ji bo ku hejmara mêş, mêşên reş, pêşû, kêzik û heşeratên wek wan di asteke ku tenduristiya mirovan tehdît neke de bihêle û ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyên wek tayê, tifo, kolera, zikçûn, taya zer, ûşira roketî ku dikarin ji wan derbas bibin, bi rêbazên têkoşîna zanistî xebatên dermankirinê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de tîmên ku di mehên havînê de xebatên dermankirinê dimeşandin, niha jî dest bi xebatên dermandanên zivistanî kirine.

Çalakî bi 290 xebatkar û 80 wesayîtan tên kirin

Çalakiyên dermanên zivistanî li 17 navçe û hezar û 46 navendên gundî bi 290 xebatkar, 80 wesayît, û 380 makîne û alavên cuda tên meşandin.

Tîmên ku li seranserê bajêr dest bi xebateke berfireh kirine, armanc dikin ku li dijî mêş, mêşên reş û arxolkên ku li cihên xwedî cudahî di germahî, nem û şehgirtî de li gor hawîrdora derve an giştî dijîn, têkoşînê bikin û hejmara wan di bin kontrolê de bihêlin.

Di çarçoveya têkoşîna zivistanî de, armanc ew e ku sîstemên germkirinê yên navendî, nuqteyên derbasbûnê, odeyên mencelên kalorîferê, qulên fosseptîk, lûle, bodrûmên avahiyên neyên bikaranîn û cihên wek wan ên li navenda bajêr û navendên navçeyên gundî bên dermankirin.

‘Me dest bi têkoşîna zivistanî kir’

Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli, derbarê xebatan de agahî da û anî ziman ku weke Şaredariya Bajarê Mezin, ew cara yekem e ku plan dikin têkoşîna zivistanî bênavber bikin. Saçakli destnîşan kir ku wan xebatên dermanên demsala havînê bi dawî kirine û dest bi xebatên dermandanên zivistanî kirine, û wiha got: “Wek yekîneya dermanan, em li navenda bajêr di 4 navçeyên me de û gundên girêdayî wan bi 33 tîman xebatan dikin. Li navçeyên gundî jî bi 25 tîman, ji ber vê yekê em li seranserê sînorên parêzgeha Amedê vê têkoşînê didin.”

‘Divê piştgirî bidin tîman’

Saçakli bal kişand ser girîngiya têkoşîna zivistanî û diyar kir ku di mehên zivistanê de mêşên bêtir li deverên germ, bodrûm, kanalîzasyon û qadên girtî xwe vedişêrin, û di heyama têkoşîna zivistanî de wan deveran bi ULVyên hortûmî derman dikin. Saçakli anî ziman ku tîm bi atomîzer û pompeyên piştê têkoşînê didomînin û daxwaz ji welatî, muxtar, rêvebirên sîteyan û karmendên avahiyan kir ku di mijarên wek “avên berhevkirî di bodrûman de, bodrûmên girtî, avahiyên xirabe û yên di erdhejê de zirar dîtine” de alîkariya tîman bikin. Saçakli got heke piştgirî bidin wan, têkoşîna zivistanî dê bi awayekî tenduristtir derbas bibe.

Saçakli destnîşan kir ku têkoşîna zivistanî ya ku wan dest pê kiriye dê heya nîvê meha Adarê bidome û piştre dê dîsa dest bi xebatên dermanên demsala havînê bikin, û tekez kir ku ew ê parastina tenduristiya welatiyan bidomînin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery