Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan û şandeya pê re kirin mêvan.
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan û şandeya ligel wî, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kir. Hevşaredaran, piştî pêşwazîkirinê bi şandeya EMEPê re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de, li ser pêşhatên rojane danûstandina fikran hate kirin.
Hevşaredaran, kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman û spasiya Aslan û şandeya pê re kirin.
Di serdanê de Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn jî bi Hevşaredaran re bûn.
Werger: Omer Dilsoz
Â
