Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin ji bo jiyaneke bêşîdet li qadan e

Bi boneya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan, di çarçoveya xebatên hişyariyê de serdana yekeyên şaredariyê hat kirin, xebatên agahdarkirinê hatin meşandin û pankartên pirzimanî li otobusan hatin daliqandin.

Di çarçoveya xebatên ku bi slogana "Ji Bo Jiyaneke Bêşîdet û Azad Gotina Me Neqediya, Em ê Tundiyê Bi Hev Re Rawestînin" tên meşandin de, Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, serdana yekeyên şaredariyê kir û der barê armanc, sazîbûn û hedefên xebatê yên meclisê de agahî dan. Di serdanan de, xebatên ku armanc dikin beşdariya jinan a di pêvajoyên biryardayînê de xurt bikin, piştevaniya sazîbûnê zêde bikin û perspektîfa wekheviya zayenda civakî li tevahiya saziyê belav bikin, hatin parvekirin.

‘Armanc, xurtkirina hesta piştevaniyê ye’

Endamên Meclisa Jinan, bi armanca balkişandina ser 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan, destbendên piştevaniyê li xebatkarên jin belav kirin. Hat diyarkirin ku armanca xebatê ew e ku li dijî tundiya li ser jinan hişyariyê çêbike û hesta piştevaniya hevpar xurt bike.

Bi pankartan hişyarî hat çêkirin

Li aliyê din Serokatiya Daîreya Veguhestinê, li pêşiya otobusên ku li hundirê bajêr û navçeyan xizmetê didin; pankartên ku bi Tirkî, Kurmancî û Kirmanckî hatine amadekirin û balê dikişînin ser tundiya li ser jinan, daliqandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery