Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wezîfedarkirina otobusekê ya bi awayekî demkî ji bo Şaredariya Bajaroka Tilîla ya Şirnexê, bi piraniya dengan qebûl kir.
Dema civîna asayî ya meha Mijdarê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin didomiya, daxwaza Serokatiya Daîreya Veguhestinê ya têkildarî wezîfedarkirina otobusekê ya demkî ji bo Şaredariya Bajaroka Tilîla ya Şirnexê hat nirxandin.
Ji bo 3 salan wezîfedarkirin
Di hevdîtinê de, xala 75/b ya Qanûna Şaredariyan a hejmar 5393 û xala 31emîn a Rêziknameya Malên Veguhêzbar a ku di Rojnameya Fermî ya 10.10.2024’an de hat weşandin, hatin bibîrxistin. Di vê çarçoveyê de, hat biryardayîn ku otobusa ku di qeydên malên veguhêzbar ên şaredariyê de cih digire û di tabloyê de hatiye diyarkirin, ji dîroka 17ê Mijdara 2025an pê ve ji bo 3 salan li Şaredariya Tilîla ya Şirnexê were wezîfedarkirin. Li gorî biryarê, ji hemû mesrefên wekî lênêrîn, temîr, sîgorta, muayeneya teknîkî û sotemeniyê Şaredariya Tilîla dê berpirsyar be.
Di encama dengdana ku di Meclisê de hat kirin de, biryar bi piraniya dungan hat qebûlkirin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
