Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Serokên Konfederasyona Guhgiranan a Tirkiyeyê û Klûba Sporê ya Guhgiranan a Amedê, kir mêvan.
Serokê Konfederasyona Guhgiranan a Tirkiyeyê Orkun Utsukarci û Serokê Klûba Sporê ya Guhgiranan a Amedê Saît Elînç, di serdana xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin de bi Hevşaredar Dogan Hatun re hatin cem hev.
Di hevdîtinê de, li ser xebatên ji bo astengdaran ên ku tên meşandin û xizmetên şaredariyê yên ku tên pêşkêşkirin, danûstandineke berfireh a fikran hat kirin. Hevşaredar Hatun diyar kir ku xizmetên ji bo astengdaran bi biryardarî didomin û peyama piştevaniyê da.
Serokên Konfederasyona Guhgiranan a Tirkiyeyê û Klûba Sporê ya Guhgiranan a Amedê, ji ber piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin, plaketa spasdariyê pêşkêşî Hevşaredaran kirin.
Di serdanê de Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Canan Efe Şahîn û Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran Îsmaîl Degîrmencî bi Hevşaredar Hatun re bûn.
Werger: Omer Dilsoz
Â
