Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, pêşbirka ku di navbera tîmên futbolê yên jinan ên Amedspor û Trabzonsporê de li Stadyûma Amedê hat lîstin, li trîbûnê temaşe kir.
Pêşbirka Amedspor-Trabzonsporê ya ku di hefteya 10emîn a Lîga Super a Futbola Jinan de hat lîstin, ji ber Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan rastî eleqeyeke zêde ya jinan hat. Jinên ku hatin Stadyûma Amedê, hem piştgirî dan tîmên xwe hem jî li gorî wateya 25ê Mijdarê daxwazên xwe anîn ziman. Koreografiya Jîna Emînî ya ku li Îranê hatibû qetilkirin jî rastî ecibandinê hat.
Ji bilî Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî bi hev re pêşbirk şopandin. Hevşaredar Bucak, li trîbûnê bi temaşevanan re govend gerand.
Amedspor, li hemberî Trabzonsporê 2-0 têk çû.
Xizmeta veguhastina giştî ya bêpere
Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatî bi rihetî bigihîjin maçê, îmze avêt binê sepandineke girîng. Bi biryara ku hat girtin, di xetên otobusan ên A2, B8, E10 û B3yê de xizmeta veguhastina giştî ya bêpere hat dayîn. Welatî hem beriya maçê dema diçûn Stadyûma Amedê hem jî piştî maçê dema ji stadê vediqetiyan, ji vê xizmetê bêpere sûd wergirtin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
