Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 7emîn Pêşangeha Gourme ya Mezopotamyayê de ku di navbera 18-23yê Mijdarê de tê lidarxistin, bi armanca danasîna Pêjgeha Amedê '21' tamên cûda pêşkêşî beşdaran kir.
Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, di 7emîn Pêşangeha Gourme ya Mezopotamyayê de çanda dewlemend a pêjgeha Amedê ji mêvanan re dide nasîn. Di çarçoveya çalakiyê de, bi armanca ku bi koda trafîkê ya Amedê reqema 21ê re hevwate be, 21 tamên cûda hatin amadekirin û pêşkêşî beşdaran hatin kirin. Her wiha, Dengbêjan li stanta Şaredariya Bajarê Mezin stranên xwe gotin.
'59 xwarinên Amedê yên xwedî nîşana erdnîgarî hatin danasîn'
Seroka Daîreya Karên Çandî û Civakî Zeynep Yaş, diyar kir ku di bin banê Midûriyeta Gastronomî û Markabûnê de bi 59 xwarinên Amedê yên xwedî nîşana erdnîgarî beşdarî pêşangehê bûne. Yaş, destnîşan kir ku ew li ser mijara ka sifir bermayî di gastronomiyê de çawa dikare bê bikaranîn sekinîne û got:
"Em bi piştgiriya şefên xwe hewl didin pêjgeha xwe ji aliyê gastronomiyê ve bikin berçav. Bi taybetî jin û zarokan eleqeyeke mezin nîşanî stanta me dan. Armanca me ew e ku em nehêlin ev tam winda bibin, wan derxînin ber ronahiyê û ji bo domdariya wan, bi çalakiyên wiha bigihînin gel."
'Tamên me yên ji 21 cûreyan pêk tên ji gel re hatin pêşkêşkirin'
Yaş, anî ziman ku wan xwestiye tamên cûda bi reqema 21ê ku koda plakaya Amedê ye re bikin yek û pêşkêşî beşdaran bikin û wiha axivî:
"Piraniya xwarinên ku me çêkirine xwarinên xwedî nîşana erdnîgarî ne, ligel vê yekê xwarinên ku jinan bi awayê xwe yê taybet lê zêde kirine jî hene. Tam, biharat, rûn, nanê di tawayê kevirî de, Şorbeha Hilorîkê, Kurd Mistefa, şerbetên me, yanî hem xwarin û hem jî vexwarin îro wekî tevahiyek ji 21 cûreyan pêk tên ji gel re hatin pêşkêşkirin."
Werger: Omer Dilsoz
Â
