Lijneya Koordinasyonê ya ÎSGê sepandinên li qadan nirxand

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di duyemîn civîna xwe ya Lijneya Koordinasyonê ya Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSG) a sala 2025an de, mercên ewlehiyê yên qadên xebatê, daneyên perwerdeyê, encamên tetbîqatan û bandorên biryarên lijneyê yên berê yên li ser qadan nirxand.

Civîna ku ji aliyê Midûriyeta Şaxê ya Tenduristî û Ewlehiya Kar a Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve hatibû organîzekirin, li Salona Meclisê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat. Di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk de, endamên Lijneya Koordinasyonê ya ÎSGê, serokên daîreyan, midûrên şaxan, hekîmê cihê kar, pisporên ewlehiya kar û nûnerên xebatkaran beşdarî civînê bûn.

‘Tenduristî û ewlehiya kar xwedî girîngiyeke jiyanî ye’

Sekreterê Giştî Gorduk ê di vekirina civînê de axivî, bal kişand ser berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin ku di dema pêşkêşkirina xizmeta giştî ji welatiyan re hilgirtiye. Gorduk anî ziman ku tenduristî û ewlehiya kar di qadên xebatê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye û diyar kir ku divê hemû beş di vê mijarê de hestiyariyê nîşan bidin.

Di pêşkêşiyê de bandorên li ser qadan hatin analîzkirin

Di civînê de Pisporê ÎSGê Îsmaîl Kahvecî, li ser xalên rojevê yên wekî anîna qadên xebatê yên li gorî şert û mercên ÎSGê, daneyên perwerdeya bingehîn a ÎSGê ya sala 2025an, encamên tetbîqata agir û pêvajoyên kontrola demkî pêşkêşiyek kir. Her wiha di pêşkêşiyê de biryarên lijneyê yên serdema berê û encamên sepandina van biryaran ên li qadan hatin nirxandin.

Piştî nirxandina xalên rojevê û girtina hin biryaran, beşdaran jî bi parvekirina nêrîn û pêşniyarên xwe beşdarî civînê bûn.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery