Pêngava hêzdar ji DBB’ê beriya 25’ê Mijdarê: Gihîştin 400 jinan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan, bi xebatên meydanî yên ku meşand, mekanîzmayên piştgiriyê xuya kir û li seranserê bajêr gihîşt nêzîkî 400 jinan. Di xebatan de, derbarê hemû rêyên piştgiriyê yên ku jin dikarin di hemberî şîddetê de serî lê bidin de agahiyên berfireh hatin dayîn.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de xebatên xwe yên ji bo xurtkirina mafê jiyanê, ewlehiyê û gihîştina jinan ji mekanîzmayên piştgiriyê re, didomîne.

Belavkirina broşûrên agahdarkirinê li qadê

Ji bo bîranîna ku şîdet bi tu awayî nayê qebûlkirin û ji bo ku mekanîzmayên piştgiriyê yên ku jin dema hewcedariya wan çêdibe dikarin serî lê bidin, xuya bibin, li Çarşiya Nexweşxaneya Taxa Baxlar, li bazara taxê ya li ser Kolana Hatboyu û li Taxa Oxlakli xebatên meydanî hatin kirin. Xebata meydanî ya li Oxlaklı bi hevkariya Midûriyeta Jinan a Şaredariya Baxlarê ve hate meşandin û nêzîkî 400 jinan ji van xebatan sûd wergirt. Li jinan broşûrên agahdarkirinê hatin belavkirin û rêyên serlêdanê yên ku divê di hemberî şîddetê de werin şopandin rûbirû hatin vegotin.

Xebatên xuyakirinê ji bo xeta Alo Şîdetê

Ji bo zêdekirina xuyabariyê ya Xeta Alo Şîdetê (444 36 21) ku jin dikarin di rewşên awarte de serî lê bidin, li seranserê bajêr, bi taybetî li rawestgehan, li gelek nuqteyan stîkerên hişyariyê hatin bicihkirin. Ev xebatana tax bi tax hatin domandin û gihîştina komeke berfirehtir a jinan ji agahiyan re hate peydakirin.

Li stantan sê roj agahdarkirin dê were kirin

Di çarçoveya xebatên ku bi şaredariyên Sûr, Yenîşehîr, Baxlar û Kayapinarê ve bi hevbeşî tên meşandin de, li Kolana Gazî, Ceylan AVM, Nînova AVM û Kolana Hunerê stantên agahdarkirinê hatin danîn. Li stantan dê di sê rojan de, hemû mekanîzmayên piştgiriyê yên ku di têkoşîna li dijî şîdeta ser jinan de dikarin werin bikaranîn, rasterast ji jinan re bên gotin.

Ji jinan re dê agahiyên berfireh werin dayîn ku dema rastî şîddetê tên, çawa, li ku û bi kîjan rêyan dikarin bigihîjin alîkariyê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery