Bi armanca balkişandina ser tundiya li ser jinan dar hatin danîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de li Daristana Aştiyê çalakiyeke çandina şaxên daran pêk anî.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve bi armanca balkişandina ser tundiya li ser jinan, li Daristana Aştiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin çalakiyeke çandina şitiledaran hat lidarxistin. Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, endamên Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, xebatkarên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) beşdarî vê çalakiyê bûn.

‘Em ê ji bo jinan şaxên daran biçînin’

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Gurbuz Sumer a ku beriya çalakiyê axivî, bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha got:

“Tenê li bajarê me di 10 mehên ewil ên îsal de 17 jin hatin qetilkirin. Mixabin yek ji van di nava wê hefteyê de pêk hat ku em çalakiyên 25ê Mijdarê didomînin. Em bi hêrs in lê di heman demê de bi hêvî ne jî; ji ber ku di têkoşîna jinan de biryardariya me û dema em di vê riya têkoşînê de dimeşin têkoşîna me ya rêxistinkirî û piştevaniya me ya jinan ti carî bi dawî nabe. Îro em ê li vir li vê daristana bîranînê ji bo jinan şitilan biçînin. Ev ne tenê çalakiyeke çandina şaxên daran e, di heman demê de ew ê bibe dayîna soza me ya ku em ê ji biryardariya xwe ya di têkoşîna jinê de, ji jiyana xwe û mafên xwe qet dest jê bernedin. Dirûşmeya kampanyaya me ‘Gotina me neqediyaye, em ê tundiyê bi hev re rawestînin’ e. Em ê jiyaneke bêtundî, azad û wekhev bi piştevaniya jinan û têkoşîna jinan a rêxistinkirî pêk bînin.”

Piştî daxuyaniyê jinan şitilên daran di erdê re daçikandin û ava jiyanê dan wan.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery