Jin fêrî çêkirina dermanên nojdarî dibin

Jinên ku beşdarî Atolyeyên Çandiniya Giyayên Tibî û Aromatîk ên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin organîzekirin bûn, qadên bikaranîna berhemên wekî darçîn, zencefîl, zerdeçal û hingiv ku bi sedsalan e wekî çavkaniya şîfayê tên qebûlkirin, hîn bûn.

Atolyeya Çandiniya Giyayên Tibî û Aromatîk a ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve li pênc navendên jiyanê yên jinan ên cûda bi armanca pêşxistina zanyarî û behreyên hilberînê yên jinan tê lidarxistin, hem bi naverokên xwe yên teorîk hem jî yên pratîk rastî eleqeyê tê.

Di çarçoveya bernameyê de li atolyeya ku li Navenda Jiyanê ya Jinan a Lalebeyê hat lidarxistin, li ser qadên bikaranîn, bandorên li ser tenduristiya mirovan û rêbazên rast ên bikaranîna giyayên wekî darçîn, zencefîl, zerdeçal û hingiv ku bi sedsalan e wekî çavkaniya şîfayê tên qebûlkirin, agahiyên berfireh hatin parvekirin. Di atolyeyê de bersiva gelek pirsên beşdaran ên der barê mijarên cûda de, ji rabirdûya çandî ya van giyayan heta cihê wan ê di qada tenduristiyê de, hat dayîn.

Beşa atolyeyê ya ku herî zêde bal kişand beşa pratîkê bû. Di hewşa navenda jiyanê ya jinan de li ser agirê ku hatibû pêxistin di sîtileke mezin de şîr hat kelandin û bi biharatên ku di tarîfan de pir tên bikaranîn re têkeleke xwezayî ya dermanên nojdarî hat amadekirin. Ev vexwarina kevneşopî ya ku bi tevlihevkirina darçîn, zencefîl, zerdeçal û hingiv derket holê, hem bi tama xwe û hem jî bi potansiyela xwe ya şîfayê kete ber dilê beşdaran.

Atolyeya ku jinan hem ezmûna hilberînê jiyan û hem jî derfeta tamkirina vexwarinên amadekirî dîtin, ji bo ku di nava piştevaniyê de hilberînê bikin jî zemîn amade kir.

Li Atolyeya Çandiniya Giyayên Tibî û Aromatîk ku li ser gelek mijarên wekî çandinî, hilanîn û amadekirina dermanên nojdarî agahî hatin dayîn, wê perwerdeyên li ser mijarên cûda bidomin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery