Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Cadeya Sakaryayê ya navçeya Baglarê serdana esnafan pêk anî.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin serdanên xwe yên esnafan didomînin. Hevşaredar Bucak di vê çarçoveyê de li Cadeya Sakaryayê ya navçeya Baglarê serdana esnafan kir. Hevşaredar Bucak bi esnaf û welatiyan re sohbet kir û daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kir.
Esnafan bal kişand ser aciziyên xwe yên ku di demên dawî de ji hin koman bihîstine û daxwaza çareserkirina vê rewşê kirin. Hevşaredar Bucak, derbarê mijara paqijiyê ya ku hatiye rojevê de, destnîşan kir ku divê esnaf bi şaredariyê re di nav hevgirtinê de bin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya hevgirtin û xebata hevpar.
Piştî serdana esnafan, Hevşaredar Bucak Serokatiya Zabitayê ya Şaredariya Baglarê jî ziyaret kir û ji xebatkarên peywirdar re di xebatên wan de serkeftin xwest.
Werger: Omer Dilsoz
Â
