Pirtûkxaneya Mestûre Erdelanî li Baglarê hat vekirin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di vekirina Pirtûkxaneya Mestûre Erdelanî de axivî û da zanîn ku ew ê bi Şaredariya Baglarê re xebatên ji bo pirtûkxaneyên nû bi lez bidin destpêkirin.

Pirtûkxaneya "Mestûre Erdelanî", ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Baglarê bi dirûşma “Ji her taxê re pirtûkxaneyek” li Taxa Şêx Şamîl a navçeya Baglarê hatiye avakirin û navê xwe ji yekemîn dîroknasa jin a Kurd a naskirî Mestûre Erdelanî girtiye, ket ber xizmetê. Di merasîma vekirinê de Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin û Hevşaredarên DEM Partiyê yên Navçeya Baglarê ligel bi sedan ciwan beşdar bûn.

Hevşaredar Bucak: Nîşana wê ye ku me karekî rast kiriye

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di merasîma vekirina pirtûkxaneyê de axivî û kêfxweşiya xwe ji ber eleqeya ciwanan a li merasîma vekirinê anî ziman û got, "Ev nîşana wê yekê ye ku me karekî rast kiriye. Me ji roja ku em hatine hilbijartin ve diyar kir ku em ê di qadên perwerde û pêşketinê yên ciwanan de, li taxên xwe piştgiriya her cure projeyên piçûk û navîn bikin. Me soza vê da. Dibe ku îro pirtûkxane, li gorî nifûsa Baglarê, ne pir mezin be, lê baweriya me ya bi mezintir li vir e. Em ê bi Şaredariya Baglarê re xebatên xwe yên ji bo pirtûkxaneyên din bi lez bidin destpêkirin."

'Divê em vê ezmûnê veguhezînin'

Hevşaredar Bucak anî ziman ku ciwanan herî zêde daxwaza vekirina qadên xebatê û pirtûkxaneyan ji wan kirine û wiha berdewam kir: "Em ji kevneşopiyeke pir girîng tên; divê em vê ezmûnê veguhezînin, mezin bikin û li gorî îro sererast bikin. Divê em, bi pêşengiya ciwanan, ciwanên ku nîşan didin civakeke bi rêxistin, demokratîk, aştiyane û bi hev re jiyan li kolanên Amedê gengaz e, bi hev re bi rêxistin bikin. Bila pirtûkxaneya me li me hemûyan pîroz be. Spasiya hemû hevalên ku keda wan di vê de heye dikim."

'Em ê xizmetan bi awayekî kolektîf bimeşînin'

Hevşaredarê Şaredariya Baglarê Siraç Çelik jî diyar kir ku ciwan pêşeroja civakê pêk tînin û got, "Me soz dabû; em ê ji bo ciwanan çi ji destê me bê bikin." Çelik anî ziman ku di demeke nêzîk de ew ê du pirtûkxaneyên din jî vekin û wiha axivî:

"Em tenê tiştekî ji ciwanên xwe dixwazin; werin li vir bixwînin. Hûn ê kêmasiyên me temam bikin. Em ê çi ji destê me bê, bikin. Çi hewcedarî li navçeyê hebe, em ê xizmetan bi hev re û bi awayekî kolektîf bimeşînin. Em bawerî bi gelê xwe û ciwanên xwe tînin. Ji cihê ku kêmasiyan dibîne dê tiştên hê xweşiktir derkevin holê. Em ê dest bidin hev û ji bo rojên xweş xebatên xwe bidomînin."

Piştî axaftinan, Hevşaredaran ligel ciwanan bangeşî birî û vekirina pirtûkxaneyê pêk anîn. Piştî vekirinê, Hevşaredaran li pirtûkxaneyê geriyan û ji yekîneyên têkildar agahî girtin.

Armanca qadeke xebatê ya gihîştbar

Pirtûkxaneya ku li ser qadeke 221 metrekare hatiye avakirin, bi kapasîteya rûniştinê ya 72 kesî û salona xwendinê, armanc dike ku hem ji bo xwendekaran û hem jî ji bo mezinan qadeke xebatê ya gihîştbar ava bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery