Hevşaredar Bucak: Çapemeniya Azad li pey heqîqetê ye

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî bernameya salvegera damezrandina Ajansa Welat bûn. Di bernameyê de, Hevşaredar Bucak bal kişand ser ku çapemeniya azad li pey rastiyê ye û diyar kir ku ked û xebata rojnamegeran pîroz e.

Ajansa Welat (AW) ku weşana xwe bi Kurdî dike, di çarçoveya salvegera xwe ya yekem de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bernameyek li dar xist. Li gel Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, endamên meclisê, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek rojnameger beşdarî çalakiyê bûn.

Hevşaredar Bucak: Meşaleya heqîqetê dest bi dest digere

Hevşaredar Bucak di bernameyê de bi Kurdî axivî û bal kişand ser têkoşîna salan a çapemeniya azad û wiha got:

"Her çend îro Ajansa Welat sala xwe ya yekem tije kiribe jî, rêwîtiya azadiyê ya li welat bi salan e didome. Çapemeniya azad nêzî 40 sal in li pey rastiyê ye. Meşaleya heqîqetê mîna alayekê di pêşbaziyekê de dest bi dest digere. Ev alaya ha ji nifş bo nifşê tê ragihandin. Çapemeniya azad 40 sal in mîna dibistanekê rê vedike û azadiya gelê Kurd tîne ziman. Bê guman ev rê bi kedeke mezin hatiye vekirin. Ev xebata pîroz a ji bo heqîqet û edaletê, li ser milên şehîdên çapemeniya azad bilind bûye. Wan her dem riya heqîqetê ronî kiriye."

'Riya Ajansa Welat vekirî be'

Hevşaredar Bucak bal kişand ser pîroziya keda rojnamegeran û wiha pê de çû:

"Îro em gelekî serbilind in ku alaya wan li erdê nemaye; her diçe bilindtir bûye. Bi dehan sazî hatin vekirin, rojname, radyo û televizyon hatin damezrandin. Bi xebateke pîroz nehate hiştin ku rastî di tariyê de bimîne. Em hemû wek gelê Kurd gelekî deyndarê wan in. Bi vê keda pîroz meşaleya heqîqetê hat hilgirtin, riya azadiyê hat vekirin. Hûn jî îro vê meşaleyê pêş ve dibin. Ez dibêjim: Riya Ajansa Welat vekirî be. Riya me her dem vekirî be. Ajansa Welat dengê me, rengê me ye."

Bername bi dîlana Koma Govend û konsera hunermend Arhat bi dawî bû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery