Perwerdeya alîkariya destpêkê ya psîkolojîk ji bo xebatkarên DBB’ê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), ji bo ku xebatkar di demên qeyranê de karibin bi awayekî rast û bi bandor destwerdanê bikin, Perwerdehiya Alîkariya Destpêkê ya Psîkolojîk da wan.

Perwerdeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve hatibû organîzekirin û du rojan berdewam kir, ji aliyê Zehra Gîzem Ocak, ku di warê xwe de pispor e, ve hat pêşkêşkirin. Di çarçoveya perwerdeyê de, ji bo pêşxistina nêzîkatiyeke rast di rewşên qeyran û trawmayê de, bernameyeke berfireh hate bicihanîn. Beşdar li ser rêbazên bingehîn ên alîkariya destpêkê a psîkolojîk, qonaxên pêvajoya destwerdanê û bandorên psîkososyal ên rewşên qeyran û trawmayê hatin agahdarkirin. Her wiha bi xebatên senaryoyê re jîngeheke fêrbûnê ya înteraktîf hate damezrandin û hat pêkanîn ku xebatkar ezmûn û pêşniyarên xwe parve bikin.

'Alîkariya destpêkê ya psîkolojîk piştgiriyeke pratîk e'

Mamoste Ocakê tekez kir ku alîkariya yekem a psîkolojîk ji bo kesên ku qeyran an trawmayê dijîn, destwerdaneke mirovî, piştgirîdar û pratîk e. Ocakê destnîşan kir ku ev nêzîkatî pêkanîna ewlehiyê, hêsankirina gihîştina pêwîstiyên bingehîn, rêbazên aramkirin û guhdarîkirina çalak, rêvebirina rast û pêşîgirtina li zirarên zêde dihewîne. Ocakê bal kişand ser wê yekê ku alîkariya yekem a psîkolojîk ne rêbazeke terapîyê ye û got, “Ev xebat ne tenê destwerdaneke ku dê ji aliyê pisporan ve were kirin; ne ew e ku mirov bidine zorê da ku tiştên ku jiyane vebêjin an hestên wan bên analîzkirin. Her wiha tu carî nikare bibe serlêdaneke zorîdar an zextkar.”

Baldarî li ser dem û qada ewle

Ocakê bal kişand ser girîngiya bicihanîna alîkariya destpêkê ya psîkolojîk tavilî piştî rewşên qeyran an trawmayê, di jîngeheke ku mirov tê de xwe ewle hîs dike. Ocakê anî ziman ku armanca vê destwerdanê ew e ku alîkariya kesan bike da ku pêwîstiyên xwe yên bingehîn peyda bikin, bigihîjin çavkaniyên piştgirî yên fîzîkî û hestyarî û hesta kontrolê dîsa bi dest bixin.

Bernameya du rojan bi dawî bû

Roja yekem a perwerdeyê bi pêkanînên senaryoyê û rûniştinên nirxandinê bi dawî bû, di roja duyemîn de jî li ser sernavên "Jêhatiyên Hêsankirin/Mamostetiyê" û "Xwe-Lênêrîna Psîkolojîk" hat sekinandin û bi vî awayî hate temamkirin. Bi vê perwerdeya berfireh, tê xwestin ku personelên şaredariyê di demên qeyranê de nêzîkatiyeke jêhatîtir, hişmendtir û piştgirîdartir nîşan bidin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery