Rêwîtiya festîvala fîlman dest pê dike

3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê lidarxistin, piştî 8 salan bi 84 nîşandanên fîlman, atolye, gotûbêj û hilbijêrên taybet dê li Amedê cardin derdikeve pêşberî sînemhezan. Di heman demê de ku hejmartina ber bi paş ve ya ji bo festîvalê dest pê kir, Seroka Daîreya Karên Çandî, Hunerî û Sosyal Zeynep Yaş û koordînatora festîvalê Lîsa Çalan, gel vexwendin da ku festîvalê bişopînin.

3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di navbera 7-14ê Kanûnê de bi bernameyeke berfireh a ku tê de 84 fîlm dê bên nîşandan tê lidarxistin. Festîvala ku dê di bin rêveberiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê de pêk were; bi hilbijêrên fîlman ên neteweyî û navneteweyî, masterclass, atolye, gotûbêj û çalakiyên pêşangehê naverokeke dewlemend pêşkêş dike. Li gel beşa “Rêwîtiya Sînemaya Kurdî” ku balê dikişîne ser 8 salên dawî yên sînemaya Kurdî, berhemên ji Tirkiye û sînemaya cîhanê jî dê bên nîşandan. Her wiha bi armanca piştgiriya senaryoyên fîlmên Kurdî dê 15 proje di çarçoveya Fona Projeyan a Sînebîrê de bikevin pêşbirkê; fîlmê vekirina festîvalê jî dê bibe belgefîlma Kardeş Turkuler ê bi derhêneriya Çayan Demirel û Ayşe Çetînbaş.

'Em kelecana festîvalê dijîn'

Koordînatora festîvalê Lîsa Çalan diyar kir ku piştî 8 salan ew cardin kelecana 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê dijîn û destnîşan kir ku ev pêvajo çi ji bo bajêr çi ji bo civaka Tirkiyeyê û hem jî ji bo sînemaya Kurdî serdemeke dijwar bû. Çalan got, “Ji bo sînemaya Kurdî di warê xweavakirina xwe û gihîştina temaşevanan de pêvajoyeke gelek bi pirsgirêk bû. Di vê festîvalê de temaya me ya sereke û tişta em li ser disekinin panoramaya 8 salan e. Armanc ew e ku bi kurtefîlm, metraja dirêj û belgefîlman sînemaya Kurdî cardin li vir, li Amedê bi temaşevanan re bînin cem hev.”

Çalan bi bîr xist ku di vê serdemê de derhêner jî ji hev qut bûne û anî ziman ku bi vê festîvalê dê tora piştevaniyê, ji nû ve birêxistinbûn û şert û mercên tevgera hevpar bêne dabînkirin.

Çalan da zanîn ku bi gelemperî di festîvalan de fîlmên du salên dawî tên nîşandan û wiha got: “Ji bo me rêwîtiya sînemaya Kurdî û çîroka ku vedibêje girîng e û ev her tim rojanetiya xwe diparêze. Ji ber ku sînemaya Kurdî tiliyê dide ser pirsgirêkên rojane, cihê wê yê di temaya sereke ya festîvalê de girîng e.”

Ji bo sê projeyan piştgiriya fonê

Çalan diyar kir ku wergirtina piştgiriya fon û projeyan ji bo sînemagerên Kurd gelek zehmet e, ji ber vê yekê ew ê piştgiriyê bidin projeyên metraja dirêj, kurt û belgefîlman û ev agahî dan: “Ji bo metraja dirêj milyonek, ji bo belgefilman 500 hezar û ji bo metraja kurt 300 hezar lîre piştgiriya projeyê em ê pêşkêş bikin. Bi vî awayî em ê hem qada çêkirina fîlman biafirînin hem jî ji bo salên pêşiya me dê bikevin pêvajoyeke nû ya amadekariyê.”

Hilbijêrên hevpar hatin avakirin

Çalan destnîşan kir ku armanca wan di vê festîvalê de hem zêdekirina tora piştevaniyê ye û hem jî vekirina qadan e bi taybetî ji bo sînemagerên alternatîf û serbixwe. Çalan got: “Gava em li cîhanê dinêrin, sînemagerên serbixwe ji ber platformên dijîtal nikarin li salonên sînemayê bi temaşevanan re bên cem hev. Ji ber vê yekê me bi gelek hevkariyan hilbijêr ava kirin. Me bi hilbijêrên Festîvala Clermont Fernand, Rojên Fîlman a Kino-Alman û DokuFestê bernameyeke xurt ava kir. Tora piştevaniyê ya bi vî rengî hem di demên pêş de ji bo mezinbûna festîvalan qadê vedike hem jî di hevkariya navbera derhêneran de derfetan diafirîne. Ji bo me ev torên piştevaniyê girîng in.”

Çalan diyar kir ku ev festîval dê ji aliyê gel ve were teşedayîn û ew ê girseyên xwe ji nû ve ava bikin û wiha axivî: “Bi taybetî girîng e ku nifşê ciwan van fîlman temaşe bike û bibe şirîkê van çîrokan, nitekim mottoya me jî wisa ye. Em dibêjin cîhan bi çîrokan tê cem hev. Sînema ku qadeke kolektîf e, rêyek e ji bo anîna gelhev a herkesî û avakirina çîrokên nû, rastiyên nû; festîval jî yek ji lingên herî girîng ê vê yekê ye.”

‘Amedê gelek bêriya van rojan kiriye’

Seroka Daîreya Karên Çandî, Hunerî û Sosyal Zeynep Yaş jî diyar kir ku 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê dê ji cihê lê maye ji nû ve û bi awayekî xurtir were kirin û got: “Me bi rihê festîvalê ku dê bi çîrokên aştî û biratiyê re zêdetir rû bi rû bimîne, li Amedê cardin ev pêvajo da destpêkirin.” Yaş lê zêde kir ku di festîvala ji 84 fîlmên dirêj, kurt û dokûmanter pêk tê de, dê di sê kategoriyên cuda de 15 senaryoyên fîlman ji bo piştgiriya projeyê bikevin pêşbirkê û destnîşan kir ku ev yek ji bo fîlmên nû yên tên xwestin bên çêkirin dê zemînekê ava bike. Yaş anî ziman ku fîlmên ku Amed û herêm li benda wan in dê werin temaşekirin û got, "Amed gelek bêriya van rojan kiriye."

‘Em gelê xwe vedixwînin temaşekirina fîlman’

Yaş diyar kir ku ew ê piştî salên dirêj li bajêr mazûvaniya mêvanên ku ji çar aliyên cîhanê tên bikin û wiha axivî: “Em hêvî dikin ku ev festîval di vê pêvajoya bajêr de û piştre jî bi aştiyê re bibe plato ji bo bi sedan fîlmên ku li bajêr bên kişandin. Ji ber vê yekê ev hevdîtin gelek girîng e. Dê ji 4 aliyên cîhanê mêvanên me hebin. Em dixwazin derhêner, ekîbên fîlman û çêkeran bikin mêvan û bi atmosferekê re bînin cem hev ku bikaribin mîrateya me ya çandî nas bikin. Ev festîval herî zêde bi niyeta vê hevdîtinê tên kirin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku van fîlman temaşe bikin.”

Yaş destnîşan kir ku festîval; di çarçoveya temaya îsal a "bîra çandî" de bi pêşangeha çîroka fîlmê Yol a Yilmaz Güney dê dest pê bike û bang li şêniyên bajêr kir ku beşdarî konsera Alî Akbar Muradî bibin û belgefîlmê Kardeş Türküler ê ku fîlmê vekirinê ye temaşe bikin.

Bernameya festîvalê

Hûn dikarin ji lînka https://online.fliphtml5.com/iuxre/skul/ xwe bigihînin bernameya hefteyekê ya 3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31