Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî lêkolînê dît ku bûtçeyên darayî yên sala 2026an ên Şaredariya Bajarê Mezin û 17 şaredariyên navçeyan li gorî rêziknameyê ne û bi yekdengî ew erê kirin.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di civîna xwe ya meha Mijdarê de bûtçeyên sala darayî ya 2026an ên Şaredariya Bajarê Mezin û 17 şaredariyên navçeyan gotûbêj kir. Di encama nirxandinên ku li gorî raporên Komîsyona Plan û Bûtçeyê hatin kirin de, hemû pêşniyarên bûtçeyê bi yekdengî hatin qebûlkirin.
Di lêkolînên ku ji aliyê Komîsyona Plan û Bûtçeyê ve hatin kirin de, hat tespîtkirin ku bûçeyên 2026an ên Şaredariya Bajarê Mezin û 17 şaredariyên navçeyan di çarçoveya qanûn û rêziknameyên têkildar de hatine amadekirin. Her wiha hat destnîşankirin ku lêçûn li gorî dabeşkirina saziyan hatine amadekirin, veqetandin li gorî plansaziya stratejîk û pîvanên performansê hatine diyarkirin, hevsengiya dahat-lêçûn hatiye parastin, û veqetandinên têra dayîna deynan hatine kirin.
Bûtçeya Şaredariya Bajarê Mezin
Di rûniştina civîna meclisê de bûtçeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya 2026an ku 20 milyar TL hatiye diyarkirin, bi yekdengî hat erêkirin.
Bûtçeyên 2026ê yên 17 şaredariyên navçeyan hatin erêkirin
Bûtçeyên şaredariyên navçeyan ên ji bo sala 2026an bi van rêjeyan hatin erêkirin:
•Şaredariya Kayapinarê: 4.950.000.000 TL
•Şaredariya Baglarê: 4.185.935.000 TL
•Şaredariya Yenişehirê: 2.432.580.000 TL
•Şaredariya Erxenî: 1.178.000.000 TL
•Şaredariya Bismilê: 897.533.000 TL
•Şaredariya Sûrê: 893.940.000 TL
•Şaredariya Farqînê: 686.033.600 TL
•Şaredariya Çinarê: 675.000.000 TL
•Şaredariya Licê: 570.750.000 TL
•Şaredariya Çermûgê: 460.150.000 TL
•Şaredariya Gêlê: 341.786.700 TL
•Şaredariya Hezroyê: 218.000.000 TL
•Şaredariya Karazê: 165.500.000 TL
•Şaredariya Çingûşê: 115.000.000 TL
•Şaredariya Pasûrê: 415.542.981 TL
•Şaredariya Hêne: 263.650.000 TL
•Şaredariya Pîranê: 357.471.500 TL
Bi qebûlkirina bûtçeyên 2026an ji aliyê meclisê ve, Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan bi fermî dest bi xebatên xwe yên ji bo sala darayî ya nû kirin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
