Qada jiyana xwezayî dê li ser 195 donimî were avakirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo vekirina qadeke nû ya jiyana xwezayî ku dê li ser 195 donimî were avakirin û nêzîkî 15 hezar heywan bikaribin tê de bimînin, dest bi xebatan kir.

Piştî danûstandina fikran a der barê protokolan de ku dê bi kordînasyona Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê re li gel navçeyên navend û gundewarî bên kirin, pêvajo hat lezkirin. Di vê çarçoveyê de, nirxandin hatin kirin da ku ji bo qada jiyana xwezayî û stargehan personel û wesayît bi lez bên wergirtin. Piştî nivîsandina bi Walîtiya Amedê re, qada 195 donimî ya li Taxa Cûksorê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê wekî qada jiyana xwezayî ya ji bo heywanên kolanan hat diyarkirin û xebatan dest pê kir.

'Li qada 195 donimî dê 15 hezar heywan bên mêvankirin'

Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê û Wekîlê Serokê Daîreya Karên Bîtarî Vahap Saçakli der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku kapasîteya Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Heywanan a heyî bi temamî tije bûye û got ku qadeke nû ya 195 donimî hatiye terxankirin. Saçakli ev agahî parve kirin:

"Li seranserê bajêr tenê sitargeheke heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin a li ser 17 doniman hebû. Û kapasîteya wê qadê bi 500 heywanî sînordar e. Niha li qadê dorûbera 900 heywanî hene. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên cidî. Di encama nivîsışandina bi Walîtiyê re qadeke 195 donimî ji me re hat terxankirin. Me projeya xwe wisa amade kir ku ji bo her heywanekî 10 metrekare bikeve. Em pêşbînî dikin ku bi vî awayî kapasîteya me ya mêvankirina 14 hezar heta 15 hezar kûçikan dê hebe."

'Divê şaredariyên navçeyan jî stargehan vekin'

Saçakli bi bîr xist ku li bajêr tenê sitargeheke heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin heye û destnîşan kir ku li gorî qanûna nû hemû navçeyên ku nifûsa wan ji 25 hezarî zêdetir e, neçar in stargehan vekin.

Saçakli got, "Navçeyên me yên navendî piştî ku heywanên li stargehan li qadên xwe xesandin, dê bikaribin bînin qada me ya jiyana xwezayî. Li navçeyan jî heman rewş derbasdar e. Navçe heger stargehên wan hebin dê li qadên jiyana xwezayî heywanan bihewînin. Heger tune bin jî dê bikaribin bînin qada jiyana xwezayî ya Şaredariya Bajarê Mezin."

'Em dixwazin demildest vê qada jiyana xwezayî amade bikin'

Saçakli diyar kir ku di civînên bi şaredariyên navçeyan re kirine de fikreke hevpar çêbûye ku stargeh têrê nakin û pêdiviya stargehên nû lezgîn e û wiha got: "Kordînasyona hemû navçeyan niha Şaredariya Bajarê Mezin dike. Ji bo ku xebatên me yên li vir di demeke herî kurt de encam bidin, em dixwazin bi Serokatiya Daîreya Karên Fenî re bi lez tevbigerin û demildest vê qada jiyana xwezayî amade bikin."

'Em ê heywanên ku me xesandine bînin qadên jiyana xwezayî'

Saçakli der barê pêkhateya fîzîkî ya stargeha nû de agahî dan û axaftina xwe wiha temam kir: "Li vir dê cihê siyê (sîwan) yê heywanan hebe. Padokên ku heywan bikaribin tê de bimînin dê hebin. Qadên ku avê jê vexwin dê hebin. Dê derdora qadê bi têlan bê girtin. Çawa ku ev der ket faalîyetê, em ê heywanên ku li Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyonê ne û piranîya wan me stewr kirine, rasterast bigirin vê qadê. Piştre em ê heywanan piştî tedawiyên wan ên normal dîsa bînin qadên jiyana xwezayî."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31