Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê de, li sê nuqteyên cuda yên bajêr stant vekirin û balê dikişîne ser mafên welatiyên astengdar.
Armanc: Gihîştina wekhev û çalak
Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî armanca xwe ya dabînkirina beşdarbûna wekhev û çalak a kesên astengdar di hemû warên jiyana civakî de, xebatên xwe didomîne.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, bi dirûşma “JIYANKEKE NÛ JI BO ASTENGDARAN PÊKAN E” li cihên sereke yên bajêr stant vekir û broşûrên agahdarî yên der barê mafên astengdaran de belav kirin.
Stant li van nuqteyan hatin vekirin:
Kolana Gazî ya Sûrê
Kolana Yaşar Kemal (Ekîncîler) a Yenîşehîrê
Li ber AVM’ya Parka Ceylan Karavîl a li Kayapinarê
Xizmet bi berfirehî hatin ravekirin
Tîmên Şaredariyê, ku Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran Îsmaîl Degirmencî jî di nav de bû, bi welatiyan re têkilî danîn. Di wesayîtên veguhastina giştî, rawestgeh û cihên kar de, wan agahiyên berfireh der barê xizmetên ku Şaredariya Bajarê Mezin pêşkêşî astengdar û kalûpîran dike, parve kirin.
Tîman, xebatên ku di çarçoveyeke berfireh de tên meşandin wekî perwerde, kar (îstîhdam), xizmetên civakî, piştgiriya psîkososyal, xebatên pevgihîştinê, xizmetên lênêrîna malê û bernameyên piştgiriya aborî rave kirin.
Bal hat kişandin ser girîngiya gihîştina astengdaran a qadên kamûyî û beşdarbûna wan a jiyana çandî û civakî.
Xebatên hişyariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin ên ji bo astengdaran dê di tevahiya salê de bidomin.
Werger: Omer Dilsoz