Hevşaredar Bucak: Em ê siberoja Amedê bi jinan re ava bikin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di Lûtkeya Jin û Aboriyê ya 2yemîn a ku ji aliyê DÎKAD’ê ve hat lidarxistin de axivî û destnîşan kir ku ew şaredariyeke welê ne ku bi jinan re rê dikudîne û got, "Em ê paşeroja Amedê bi jinan re ava bikin."

Lûtkeya Jin û Aboriyê ya 2yemîn ku ji aliyê Komeleya Jinên Karsaz ên Amedê (DÎKAD) ve hat organîzekirin, bi beşdariya jinên karsaz li otêlekê pêk hat. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê Mahmut Gurcan, Waliyê Amedê Murat Zorluoglu, Seroka Lijneya Rêveber a DÎKAD’ê Muzeyyen Kaya, Serokê Lijneya Rêveber a DOGÛNSÎFED’ê Devrîm Turk, Serokê Lijneya Rêveber a TURKKONFED’ê Suleyman Sonmez, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û jinên karsaz beşdarî vê lûtkeyê bûn.

Hevşaredar Bucak: Amed bûye navenda bazirganî, zanist û hunerê

Hevşaredar Serra Bucak di vekirina lûtkeyê de axivî û diyar kir ku ew ji bo gotûbêjkirina keda jinan, hişmendî û karsaziya jinan a ku dê teşe bidin paşeroja Tirkiyeyê, hatine cem hev: "Îro em li vir in ji ber ku Amed di nav 25 bajarên ku ji aliyê Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatine destnîşankirin de, wekî bajarekî jindost e û di heman demê de em ê vîzyona jinan a bilind parve bikin. Bajarê me yê kevnar di her serdemê de bi keda jinên xurt mezin bûye, nirx afirandiye û jiyana civakî di pêşengiya van jinên bihêz de ava kiriye. Bêguman îro Amed bi nifûsa xwe ya ciwan, potansiyela xwe ya hilberînê û dînamîzma xwe ve yek ji wan bajarên herî balkêş ên sîstema karsazî û aboriyê ya Tirkiyeyê ye ku geş dibe."

‘Bajarê ku jin beşdarî jiyana kar nebin, pêşveçûnê pêk nayne’

Hevşaredar Bucak girîngiya bajarên jindost destnîşan kir û got: "Wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, em mijara bajarê jindostbûnê tenê wekî dirûşmekê nabînin. Em wê wekî modelek rêveberiyê digirin dest û xebatên xwe li gorî vê yekê pêş dixin. Em nêrîneke ku mafê jiyanê, ewlehî, îstixdam, potansiyela karsaziyê ya jinan û mafê wê yê axaftinê li ser jiyana xwe diparêze û hewl dide ku li gorî vê yekê sîstemeke bajêr ava bike, qebûl dikin. Îro aboriya cîhanê rastiyek aşkere nîşanî me dide. Ti bajar û welatek ku jin beşdarî jiyana kar nebin, nikare pêşveçûneke domdar pêk bîne. Bi vê têgihiştinê, divê em wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ne tenê jinan tev li jiyana kar bikin, lê di heman demê de şaredariyek bin ku ji bo kêmkirina cûdahiyên zayendî yên civakî di jiyana kar de, polîtîka û bernameyên nûjen pêş bixin."

‘Îstîhdama jinan mijara wekhevî, edalet û veguherîna civakî ye’

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku Amed yek ji bajarên nûjen e ku jin di jiyana bajêr, qada siyasî, civakî û aborî de xwedî gotin in û axaftina xwe wiha domand: "Îstîxdama jinan bêguman ne tenê armancek zêdebûna hejmarî ye. Ji bo me îstîxdama jinan mijara wekhevî, edalet û veguherîna civakî ye. Di heman demê de, wekî ku hemî hevalan jî anîn ziman, mijara aştiyê ye. Mijara avakirina aştiya civakî ye. Ji ber vê yekê, berevajî salên berê, em di projeyên ku di nav şaredariya xwe de dimeşînin de, qadên pîşeyî yên nû ku jin tê de cih digirin, diafirînin."

‘Xebat bi têgihiştineke ku qeliban dişikîne, dimeşin’

Hevşaredar Bucak got ku ew parastina temsîliyeta xurt a jinan ne tenê di pîşeyên kevneşopî de, di heman demê de di warên ku pisporiya teknîkî hewce dikin de jî dikin û dê di vî warî de xebatan bimeşînin: "Îro ez bi serbilindî dixwazim bibêjim ku bernameyên me yên perwerdeya şofêrên otobusê yên jin, ne tenê li Amedê û herêmê, lê li Tirkiyeyê jî ji bo gelek rêveberiyên herêmî bûye mînak û dê bidome. Bi vê bernameyê, perwerdeya bikaranîna wesayîta teknîkî û ajotina ewle ji jinan re tê dayîn. Em hemû bi hev re sîstemeke entegre ava dikin, ku jin di sîstema veguhestinê ya şaredariyê, di sîstema veguhestina komî ya vî bajarî de, di otobusên gel ên taybet û mînîbusan de cih bigirin. Her wiha bernameya me ya perwerdekirina hosteyên lênêrîna kombî ya ku jinan girtiye, yek ji wan gavên pêşeng e ku me ji bo beşdarbûna jinan di warên teknîkî û endezyariyê de avêtiye. Ev du mînakên biçûk nîşan didin ku nêzîkatiya Amedê ya li ser jinan, ne tenê piştgirî ye, lê bi têgihiştineke siyasî ya ku delîveyan çêdike, sînoran fireh dike û qeliban dişikîne, dimeşe."

‘Şaredariya me piştgiriyê dide kooperatîfên jinan’

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku karsaziya jinan bêguman yek ji dînamoyên herî bihêz ên aboriya bajarekî ye û anî ziman ku ji bo pêşketina karsaziyê ne tenê xwestek, lê divê sîstema aboriyê jî xurt be. Hevşaredar Bucak got, "Ji ber vê yekê şaredariya me kooperatîfên jinan xurt dike. Atolyeyên hilberînê, aşxaneyên hilberînê, qadên bikaranîna hevpar diafirîne. Perwerdehiya e-bazirganî û markakirinê dide. Ji bo gihandina berheman ji bazarên dîjîtal re mekanîzmayên piştgiriyê pêşkêş dike. Em bi yekîneyên xwe yên piştgiriyê re şêwirmendiyê didin jinên karsaz. Û em di pozîsyoneke ku hevkariyeke cidî dimeşîne de ne, da ku van mijaran bibin rewşeke nûjen û berfirehtir."

‘Xebatên me ji bo avakirina bajarê paşerojê ne’

Hevşaredar Bucak anî ziman ku bajarên jindost ne tenê nêzîkatiyeke ku jinan tevî jiyana kar dike, lê belê ev e ku jin di kolanê de, di veguhestina komî de, li kar, li malê, li qada giştî de xwe ewle û wekhev hîs bikin. "Ji ber vê yekê, em wek Şaredariya Bajarê Mezin, di sêwirana bajarî de pêşî li prensîbên ewlehî û ragihîştinê didin. Em bernameyên xwe yên karsaziyê ji bo jinên ciwan bi lez û bez dixin. Em piştgiriyên lênêrîna zarokan xurt dikin, hejmara navendên jiyanê yên jinan zêde dikin. Ji ber ku em dizanin ku heta ku jinek xwe ewle hîs bike, serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixe û li ser jiyana xwe xwedî gotin be, ew ne tenê xwe, lê hemî jinên bajêr û hemî pêkhateyên civakî yên wî bajarî pêş dixe û pêşengiyê dike. Her projeyek ku em wekî Amed pêk tînin, ne tenê ji bo dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên îroyîn re ye, lê gavên ku ji bo avakirina Ameda paşerojê ne. Bajarê me ku xwedî nifûseke ciwan e, bêguman dê bi rêveberiya rast, perwerdeya rast û veberhênana rast re, bi jinên karsaz re, pêşengiya modeleke nû ya pêşveçûnê bike."

‘Jin pêşenga raman û kedê ne’

Hevşaredar Bucak got ku jin pêşeng û hilgirên markayek, ramanek û kedê ne, û got: "Em bawer dikin ku Amed û derdora wê, bajarên herêmê, dê bi markayên ku jinên karsaz ava kirine, ne tenê li herêma xwe, lê li Tirkiye û cîhanê jî nirxê zêde bikin. Her jina karsaz a ku îro di vê salonê de ye, di heman demê de mîmarên siberoja vî bajarî ne. Her yek ji wan pêşeng û hilgirê markayekê, ramanekê, kedê ye. Em bi dil û can bi vê yekê bawer dikin. Her yek ji wan aktorên rastîn ên veguherîna aborî û civakî ya Amedê ne."

‘Em şaredariyek in ku hemû îmkanên xwe seferber dike’

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ew şaredariyek welê ne ku bi jinan re rê dkudîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ez careke din dixwazim bi awayekî xurt bibêjim ku em ne şaredariyeke ku piştgiriyê dide jinan, em şaredariyek in ku bi jinan re rê dimeşe. Em ne şaredariyek in ku jinan dilxwaz dike, em şaredariyek in ku bajarekî ku jin tê de pêşeng in, ava dike. Em ne şaredariyek in ku tenê bi potansiyela jinan bawer dike, em şaredariyeke welê ne ku ji bo pêşketina vê potansiyelê hemû îmkanên xwe seferber dike. Em ê paşeroja Amedê bi jinan re ava bikin. Şik tune. Em ê ji bo Amedê, ku jin di dilê sîstema karsazî û aboriyê de cih digirin, bêwestan bixebitin û her dem bi hev re bisekinin."

Piştî axaftinên vekirinê, ji jinên ku piştgirî dan lidarxistina lûtkeyê, plaket hatin pêşkêşkirin.

Di rûniştinên lûtkeyê de, mijara “Jinên Karsaz ên Ku Marqeyan Diafirînin” hatin nirxandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

More in this category: « Li Amedê dema festîvalê ye

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31