Tîmên "Çareseriya Li Cih" Li Sûr, Yenîşehîr û Kayapinarê xebata qadê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebatên "Çareseriya Li Cih" daxwazên welatiyan rasterast li qadê guhdarî dike.

Li gor têgihiştina rêveberiya gel-navendî, Tîmên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, ku xizmeta "Çareseriya Li Cih" didin, ji bo ku zêdetir bigihîjin welatiyan û kanalên têkiliyê xurttir bikin, li navçeyên Rezan, Kayapinar, Yenîşehîr û Sûrê xebatên qadê birêve birin û armanc ew bû ku gel rasterast bikaribe bigihîje Şaredariyê.

Di vê çarçoveyê de, tîman li Taxa Palûkê ya Sûrê, li Taxên Şilbê û Fabrîka yên Yenîşehîrê û li Taxa Qirxalî ya Kayapinarê xebata agahdarkirinê pêk anîn û bi welatiyan re hatin cem hev.

Di xebatên li taxan de, tîman kargeh yek bi yek ziyaret kirin, daxwazên welatiyan guhdarî kirin û li gorî pêwîstiyên wan, pêvajoyên çareseriyê li cihê bûyerê dan destpêkirin. Broşurên agahdarkirinê yên ku hatibûn amadekirin bi zimanên Tirkî, Kurmancî û Kirmanckî ji welatiyan re hatin dayîn, û daxwazên ku hatin ragihandin hatin qeydkirin, armanc ew bû ku pirsgirêk zû û rasterast li qadê bên çareserkirin.

Kanalên têkiliyê yên Şaredariyê ji welatiyan re hatin danasîn

Tîman anîn bîra welatiyan ku Şaredariya Bajarê Mezin 7/24 xizmetê dide, û gotin ku welatî dikarin li xeta ALO 153 bigerin an jî bi rêya xeta WhatsAppê ya bi jimareya 0412 153 00 00  xwe bigihînin Şaredariyê.

Di çarçoveya xebatê de, her wiha Xeta ALO Şîdetê ya 444 36 21 hat nasandin, û hat parvekirin ku jin dikarin her dema ku hewce bikin, bi ewlehî piştgiriyê bistînin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31