3. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û di bin rêveberiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîr de pêk hat, bi destpêkek bi heybet dest pê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bûcak û Dogan Hatûn ên ku axaftinên destpêkê kirin, bang li her kesî kirin ku festîvalê bişopînin.
3.Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ku dê bi dirûşma “Dinya bi Çîrokan re tê ba hev” di navbera 7-14’ê Kanûnê de bi pêşandana 84 fîlman, dest pê kir. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, endamên meclîsê, hevşaredarên navçeyan, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî vekirina festîvalê bûn.
Festîval li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê ku gelek sînemahezan tijî kiribûn, bi pêşangeha fîlma Rê-Yol ve hat vekirin. Pêşangeh ji fîlma Rê-Yol ya Yilmaz Guney ku 16 hunermendan ji bo wê berheman amade kirine, îlhamek e. Hevşaredar û sînemahez li pêşangeha Rê-Yol geriyan.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bûcak û Dogan Hatûn ji bo axaftinên destpêkê bikin derketin ser dikê û silav li temaşevanan kirin.
Hevşaredar Bucak: Şabûna lihevcivîna dubare dijîn
Hevşaredar Bûcak anî ziman ku piştî demeke dirêj şabûna lihevcivîna dubare di bin ronahiya projeksiyonê de dijîn û wiha got: “Gelek çîrokên ku li kolan, keviran û bîreweriya kevnar a Amedê belav bûne, piştî heşt salan dubare li gel perdeya spî tên cem hev. Ji ber ku em dizanin ku ev bajar ne tenê bi giraniya dîroka xwe; di heman demê de bi vegotin, hêvî û hêza veguherîner a sînemayê jî heye.”
‘Em ê bi hev re ber bi çîrokan ve herin’
Bûcak di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku: "Ev lihevcivîn ne tenê bernameyeke fîlman e; ew qadeke hevpar a mezin, rêwîtiyeke hevpar e ku ziman, çand û nêrîn bi hev re dikevin têkiliyê.”
Bûcak axaftina xwe wiha domand: “Îşev li vê derê, di tariya heman salonê de, xwe dispêrin heman kursiyên sor em ê heftiyekê bi hev re ber bi gelek çîrokan ve herin. Ev salon di rojên pêş de ne tenê qadeke pêşandanê ye; dê bibe cihê lihevcivînê ku hest, rû, bîr û ziman tê de tevlihev dibin. Ji ber ku sînema yek ji girêdanên herî kûr e ku mirovên li saloneke tarî li kêleka hev rûniştine, dema çavên wan ber bi ronahiyê ve ne, ava dikin.”
Bûcak destnîşan kir ku pêşangeha destpêkê ya ku şopa fîlma “Rê” yê Yilmaz Guney a ku 45 sal berê dest pê kiribû û gelek kesên dilsozê sînemayê li pey xwe xistibû, wê bîreweriya me dubare bi lêpirsînê re bihêle û bîra me bîne berxwedana dîrokî ya sînemayê. Bûcak got: “Û bêguman, belgefîlma Kardeş Turkuler ku fîlma destpêkê ya îsal e, wê melodîya bi hev re gotin, bi hev re berxwedan û bi hev re jiyanê dubare bîne bîra me.”
‘Festîval destpêkek e ku bajarê me nefesê distîne’
Bûcak axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em vê festîvalê ne tenê weke çalakiyeke hunerî dibînin. Ev festîval destpêkek e ku bajarê me dubare bi çand, huner, aştî û jiyana hevpar nefesê distîne. Amed dubare dest bi hilberandin, dubare vegotin û dubare zêdekirinê dike. Em hemû bi hev re dizanin ku huner ronahiya herî xurt e ku li hemberî tarîtiyê tê pêxistin. Û îşev, Amed wê ronahiyê dubare vêdixe. Em gelekî bextewar in ku em ê bi hev re vê atmosfera efsûnî bikişînin.”
Hatun: Ev bersiva sînemaya kurdî ye
Hevşaredar Dogan Hatûn jî bi bîranîna Yilmaz Guney ê ku 45 sal berê rê ji sînemaya Kurdî re vekir, Xelîl Dag ê ku hêz û wêrekî da wan û Sirrî Sureyya Onder ê dostê Kurdan, dest bi axaftina xwe kir. Hevşaredar Hatûn pîrozbahî li hunermendên pêşangeha Rê kir û got: “Bi rastî jî bandoreke mezin li ser me hemûyan hişt. Destên wan sax bin. Em li vir bang li hemû gelê Diyarbekirê dikin: Werin vê festîvalê, herwiha pêşangeh jî dê mehekê vekirî be. Piştî 9 salan heval jî bi kelecanî li benda vê rojê bûn. Bila kesên ku dixwazin çand û sînemaya Kurdî bitepisînin zanibin ku ev festîval ji wan re jî bersivek e. Ev bersiva sînemaya Kurdî ye. Yilmaz Guney 45 sal berê ev rê vekir û tu kes nikare wê rêyê bigire. Bila festîvala me pîroz be.”
Konser hate dayîn, fîlma vekirinê hate pêşandan
Piştî axaftinan Alî Akbar Moradî konserek da. Ekîba Govendê ya Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) jî performansa govendê ya herêma Riha pêşkêş kir.
Di berdewamiya şevê de belgefîlma Kardeş Turkuler a ku derhêneriya wê Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş kirine, weke fîlma destpêkê ya festîvalê, ji bo temaşevanan hat pêşandan.
Piştî pêşandanê, Hevşaredar Serra Bûcak û Dogan Hatûn, gul pêşkêşî derhêner û hilberînerên belgefîlmê kirin.
Werger: Omer Dilsoz
