Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ku beşdarî çalakiya piştgiriyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bû, destnîşan kir ku têkoşîna mafên mirovan a ku ji aliyê komeleyê ve tê meşandin gelekî girîng e û got, "Em di demeke dîrokî re derbas dibin û roleke, mîsyoneke pir mezin dikeve ser milê me hemûyan."
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, parlamenter, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştîyê, nûnerên ÎHD'ê û partiyên siyasî beşdarî çalakiya piştgiriyê bûn ku ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê ve li otelekê hatibû lidarxistin.
Di çalakiyê de Hevşaredar Serra Bucak axivî, beşdar silav kirin û got, "Bi navê Şaredariya me ya Bajarê Mezin a Amedê, bi navê hevşaredarîya me, endamên meclîsa me, rêveberîya me ya hilbijartî, ez we hemûyan bi rêzdarî û hezkirinê silav dikim. Îro êvarê mêvanê we bûn, silav û hezkirina Amedê, Amedê, û bê guman hestên piştgiriyê yên dostane ji we re anîn, ji bo me kêfxweşiyeke mezin û şanaziyeke mezin e."
Hevşaredar Bucak tekezî li ser girîngiya damezrandina ÎHD'ê beriya 39 salan kir û behsa bûyerên salên 90'î yên li herêmê kir. Hevşaredar Bucak anî ziman ku ÎHD'ê nêzîkî 40 salan mohra xwe li ser têkoşîna mafên mirovan a 100 salî daye û wiha pê de çû: "Ev mirovên ku tevî koçberiya evqas salan li hev civiyane, di têkoşîna mafên mirovan, azadî û wekheviyê de li hev civiyane. Hûn baş in ku hene."
'Em di demeke dîrokî re derbas dibin'
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku welat bi rojhilat û rojavayê xwe ve îro di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibe û wiha axivî:
"Em di demeke pir hesas re derbas dibin. Em di demeke gelekî bi qîmet, demeke dîrokî re derbas dibin û roleke, mîsyoneke pir mezin dikeve ser milê me hemûyan. Ji bo em vê rolê, vê mîsyonê, vê peywirê bi awayekî herî baş bi cih bînin, divê her yek ji me li qadên xwe, di têkoşîna mafan de, di partiyên siyasî de, di rêveberiyên herêmî de, ya herî girîng di rêveberiyên herêmî de, gelan bîne cem hev, gelan nêzî hev bike, ji bo ev aştî bibe civakî, ji bo civakeke wekhev û adil a ku em dixwazin û hesreta wê dikişînin bi rastî pêk were, divê em weke rêveberên herêmî, weke şaredarî, weke civaka sivîl, civakên xwe bînin cem hev û heta ku dibe em vî deriyê diyalogê vekin. Bê guman em bi vê hişmendiyê tevdigerin, bi vê berpirsiyarî û giraniyê tevdigerin. Hevalên hêja, bê guman dema em di demeke dijwar re derbas dibin, em hewcedarê têkoşîna heqîqetê jî ne. Ji ber vê yekê Komeleya Mafên Mirovan baş e ku heye."
'Hewcedarî bi têkoşîna heqîqet û rûbirûbûnê heye'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser aştî, wekhevî û piştgiriya civakî û anî ziman ku pêwîstî bi têkoşîna heqîqet û rûbirûbûnê heye. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ji bo ku ev yek pêkan bibe, pêwîst e zêdetir têkoşîn bê kirin û destnîşan kir ku berpirsiyariya wan heye ku vê yekê bigihînin nifşên din.
Werger: Omer Dilsoz
Â
